Civak

Peya ma hevkariyê li Swêd

Komîteya hevkarî ya hêzênsiyasî yên kurd û Kurdistanî li Swedê

Peyama pîrozbahiya sala nû

Rêzdaran hevwelatiyên qedirbilind,

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê dike, sala we ya nû û sala nû ya tevahiya cîhanê bi dilgermî pîroz dikin.

Hêvî û daxwaza me ku sala 2012an ji bo neteweyê kurd û ji bo hemû gelên cîhanê bibe sala birayetî, aramî, aştî û sala serkeftina demokrasiyê.

Hêviya me ji hemû kurdistaniyan ku ew bi yekdestî û bi yekdengî di sala nû ya 2012an de, ji bo aştiyeke domdar, ji bo azadiyê û ji bo pêkvejiyanê berpirsiyarî bigrin û bixebitin.

Em ji hemû hevwelatiyên xwe re serkeftin û serfîrazî dixwazin!

Dubare sala we ya nû pîroz be!
Hûn serkeftî û serfîraz bin!
Bi rêz û silav
31.12.2011
Şefîk Kaya

Berpirsê Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî
Li Swêdê

Back to top button