CîhanCivak

Pêwistî çêkirina kultûr û rewşenbîriya geştiyarî heye

B amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Geştyarî ya Lubnanê, Wezîrê Kultûrê Îraqa Federal, wezîran û parelemntarêm Herêma Kurdistanê, nûnerên ajans û kompaniya yên geştyarî yên cîhan û deverê û Îraqî û nûnerên aliyln siyasî û kesatoyên akademî û welatiyan, mezintirîn konferansa navdewletî ya torîzmê li Hewlêrê hate sazkirin.Nêçîrvan Barzanî di peyvekê dezêdebarê bi xêr hatin kirina mêvanan, kêfxweşiya xwe li hemberî pişikdarî kirina berpirs û nûner û ajans û komaniyayên geştyariyên 27 welatan div ê konferansê de xuya kir û pêdagirî li ser rewşa niha ya Herêma kurdistanê ku di şerê dijî terorê daye û tûşê qeyrana darayî bûye, beşdarî kirina gelek ajans û kompaniya yên cîhanî,  jib o herêma Kurdistanê piştrastî û peyameka bi nirx e hêvî xwest bibe sedema havêjtina gavên mezintir ji bo berfirehtir kirin û vejandina sektorê torîzm ki bikare bibe beşdarekê ektîvê jib o dabîn kirina dahateka din ji bo Herêma kurdistanê.Her wiha hêvî xwest ev konferanse bibe pirek jibo vekirina deriyekê din ya cîhanî li ser Herêma kurdistanê, bi taybetî ku hikevta cugrafiya ya Kurdistanê û şûnwarên dîrokî derfeteka baş jib o vî varî bi dest daye, ku civak û gelê mêvan perwerê Kurdistanê palderekê dine geştiyariyê ye. Geştiyarên biyanê li yekem gehiştin bi balafirgeh û sinorên Kurdistanê, yelek tişt hest bi vê yekê dikin, dilgermî rû xweşî û pêşwaziya germ ya gelê Kurdistanê ye, ku eva taybetmendiyeka serekî ya vî welatî û vî gelî ye.Serokwezîran li pareka din amaje bi vê yekê da ku Hikûmeta herêma Kurdistanê zêdebarê kar kirin jibo avakirina straktora torîzm, dabîn kirina asayiş û hêsankarî ji bo hatina geştiyaran, ji bo vê yekê jî kar kiriye ku li varê weberanîn û sermeyedarî û sektora taybet bi awayekî berfireh pêş bixe û giringî jê re daye.Ev yeke jî got ji dema ku desteya weberanînê li sala 2006 li Herêma Kurdistanê hatiya avakirin, heya niha bi behayê Şeş Milyar dolar sermayedarî li sektora tprîzmê hatiye kirin, lê ji ber karên pêşîn û naçar bûna hikûmetê jibo giringîdan bi sektorên girêdayî bi jiyana welatiyan, hêj wek pêwîst kar jibo sektora torîzmê nehatiye kirin, ji bilî vê yekê ki şerê terorê û qeyrana darayî û qût kirina pişka budceya herêmê ji aliyl Hikûmeta Îraqê, wek hemû sektorên din, bandoreka xirap bo ser sektora torîzmê danaye. 

 Her wiha behsê amarêm geşe kirina sektora torîzmê di navbera salên 2007-2016 li Herêma kurdistanê kir ku bi awayekê berçav geşe kiriye, bi awayekê ku ji 105 hotêlên geştiyarî bo 620 hotel, ji 129 resturantên geştiyarî bo 764 resturant û ji 377 hezar geştiyar jibo nêzî sê milyon zêde bûue. Hikûmet bo vê armancê kar dike ku sektora geştiyriyê tevî her du sektorên çandin û pîşesaziyî li cihê sektorê petrol û gaze bibine jêderên sereke jibo dahata Herêma Kurdistanê.Nêçîrvan Barzanî ev yeke jî got pêş xistina torîzmê tenê bi çê kirina hotel û resturantên pênc stêre û seyrangeh û pirojeyên geştiyariyê nine, belkû çê kirina kultûr û rewşenbîriya geştiyarî, xizmeta baş, xizmetkariyên pêşketî ya gaştiyariyê, aliyekê sereke yê vê kertê giring e ku Herêma Kurdistanê bo vê yekî şanseka baş heye û gelê Kurdistanê  geştiyar û aramiyê hez dikin, lê hêşta pûwîstî bi pê gihiştineka  baştorê kultûrî û rewşenbîriya geştiyariyê heyem ku weva jî erkê hikûmet û saziyên têkildarên vê pirsê û mêdyayê ye.Her wiha daxwaz ji sermayedaran û weberîneran û kertê taybeta navxweyî ê biyanî kir ku derfeta baş jib o geatiyriyê li Herêma Kurdistanê heye ku dikare bi awayekê ektîv beşdarê berfireh kirina kertê torîzmê li Herêma Kurdistanê bike û kar û pirojeyên geştiyrî bi cih bîne, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hêsankariyekê pêşkêş dike.Li dawiya axaftina xwe, rêz silav jibo cane pakê şehîdên kurdistanê şand ku can û xwîna xwe  jibo berevanî ji Kurdistanê pêşkêşê kirin. Herwiha destxweşiya pêşmergeyên egîdên Kurdistanê kie ku niha di bereyên ceng Kurdistanê diparêzin, jibo vê yekê ku welat aram û seqamgîr be û kar jibo avedankirin û pêş xistina Kurdistanê bihê kirin. Bi hilkevta cejna newroza netweyî jî pîrozbahiya gelê kurdistanê kir û hêviya serketinê jib o konferansê xwest. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button