Civak

Pêwîste rêxistinên jinan û afretan di yek çeper de xizmeta jinan bikin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê doh li bajarê Hewlêrê pêşwazî li sekreter û komîteya kargerra nû ya Yekêtiya Afretên Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de tevî ki Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hemebr serkeftina kongere û hilbijartina komîteya nû ya rêvebir ya Yekêtiya Afretên Kurdistanê nîşan da, herwesa wî tekîd li ser wê yekê jî kir ku pêwîste jin bi ruheke yektîm xizmeta jinan û parastinê ji mafê jinan bikin. Barzanî pîştevanî û alîakriya xwe jî ji bo serxistina pilan û pirojeyên paşerojê yên Yekêtiya Afretên Kurdistanê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî got: Pêwîste hemû rêxistinên jinan û afretan di yek çeper de bi cidî xizmeta jinan bikin. Weke çewan jinan di dîrêjiya dîrokê de qurbanî dane, divê bi heman ruhê li ser parastina mafên jinan îsrarê bikin.

Ji aliyê xwe ve sekreter û komîteya rêvebir ya Yekêtiya Afretên Kurdistanê ji bi vê hevdîtinê, piştevanî û giringiya hertim bi Yekêtiya Afretan û Jinan dide sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir û got ku Nêçîrvan Barzanî di serdema kabîneya pêncê de, ji bo ku jinên kurd rola xwe ya karîger di civakê de bibînin û bi awayekî fi`lî di warê civakî, rewşenbîrî û aborî da mafên jinan biparêzin, aqarekê xweş û berfireh ji rêxistin û komeleyên afret û jinan re xulqand bû.

Weke tê zanîn di 4ê tebaxê de li Hewlêrê 7mîn kongereya Yekêtiya Afretên Kurdistanê hat bû saz kirin û di kongereyê de sekretereka nû û komîteyeke nû ya rêvebir hat bûn hilbijartin.

Back to top button