Polîtîk

Petrola Kurdistanê 2014-ê de digihîje rojê 1 milyon Varêlan

Wezîrê çavkaniyên suriştî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Aştî Hewramî diyar kir ku berhemanîna petrola herêma Kurdistanê niha di rojê de 100 hezar bermîl e û heya sala 2014ê dê bigihîje yek milyon bermîl petrol di rojê de.

Aştî Hewramî îro di preskonferensekê de li Hewlêrê wiha got, “Niha 40 şîrket ji 17 welatên cuda karê berhemanîna petrolê li herêma Kurdistanê dikin ku rêjeya petrola ku berhem tînin di rojê de 100 hezar bermîl e û sala 2014ê ew rêje (nisbe) dê bigihîje 1 milyon bermîl petrol di rojê de”.

Hewramî wiha pê de çû, “Dê meha dahatî bûroya Kelek a nêzîkî Hewlêrê bo yekemîn car di hemû Iraqê de benzîna balefir û otomobîlan berhembîne”.

Hewramî destnîşan kir ku karê wezareta wî li gorî ew yasaya ku sala 2007ê ji hêla parlamentoya Kurdistanê derçûye, dimeşe.

Derbarê dahata petrola herêmê, wezîrê çavkaniyên suriştî xuya kir ku herêmê 45 milyar bermîl petrola yedek û 200 tirilyon metir gaza suriştî heye û tê pêşbînî kirin ku heya 50 salên din herêma Kurdistanê petrol hebe.

Back to top button