Zêbarî: Divê sinorek ji siyaseta Tirkiye re bê danîn
Hişyar Zêbarî di vê derbarê de bêjedanek da rojnameya CORRIERE DELLA SERA ya Îtalî û got, ku siyaseta Tirkiye ya ku li Rojhilata Navîn bi rê ve diçe, xeterek mezin peyda dike.
Zêbarî di vê derbarê de got: “ Min ji hukûmeta Amerîka re jî daye xuyakirin, ku piştî derçûna hêzên Amerîka ji Iraqê, dê Tirkiye, Sûriya û Îran xurttir bikevin di nava siyaseta Iraqê de û wê her alîyek bixwaze desthilatdarîya xwe di nava Iraqê de bi cih bike. Bila Amerîka ji bîr neke, ku heger ew Afganistanê ji dest bide, ew tenê Afganistanê ji dest dide, belê heger Amerîka Iraqê ji dest bide, ew dê Rojhilata Navîn ji dest bide.“
Di vê daxûyaniya xwe de Zêbarî da zanîn, ku xurtbûna hêza ayînî (oldarî) li Tirkiye arêşeyeka mezin e û dê Tirkiye di vê dema nêzîka pêş de, bêtir destwerdanê di nava kar û barên Sûriya, Iraqê, Xezza û Libnanê de bike.
Herweha Zêbarî got, ku divê sînorek ji siyaseta Tirkiye re bê danîn û di derbarê siyaseta Amerîka jî de got, ku serokê berê yê Amerîka George Bush biryar dida û bi cih dianî, belê Barak Obama her biryareka ku dabe, nîvçe hiştiye.