Pêwiste hestên netewî şûnve vegerin
Di van salên dawî de li bakurê Kurdistanê pirsa kurd ne bi wateya destxistina mafên rewa yên kurda tê gotubêj kirin. Hedî gotina mafên netewî ne li gora naveroka xwe di rojeva siyasî de cih digire. Pirsa civakî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê li pêşîya pirsa neteweyî ya Kurda ketiye rojeva siyasîya kurdan bi xwe de. Mixabin li bakur gelek hindik kesayet û siyasetmedar hêdî behsa mafên netewî yê Kurda dikin û pirsa Kurdistanê gêrêdayî destekeftiyên netewî gotubêj dikin.
Ev yek e ku bûye sedemek bingehîn hêdî behsa lavazbûna hestên netewî tê kirin û li bakur pirsa Kurdistanî di siyasetê de ji bo piraniya aliyên ku xwe kurd dihesibînin, ne pirsek serekeye.
Sedema ku lavazbûna hestên netewî nayê gotubêj kirin û kesên vê yekê bi israr dixwazin bikin rojevê de jî bi tundî têne rexnekirin û heta radeyekî têne tawanbar kirin.
Li salên 70 î jî pêvajoyek bi vê awayî bi hinek cewaziyên demikî dihata gotubêj kirin. Pirsa kurd bi demoratik kirina Tirkiye ve dihata gêrêdan û destxistina mafê Kurda li bakur serketina îdeolojiya sosyalizmê ve dihata girêdan. Heta wek îro di vê siyaseta çewt de tu guhertinên bingehîn nehatine pêkanîn. Bê guman gelek insan ev yek fam kirine û îro xetek netewî de doza destkeftiyên mafên netewî dikin. Lê ev gelek hindikin û dengê wan dernakeve. Siyaseta ku PKK rêve dibe bûye sedemê bingehîn ya vê siyaseta çewt. Heta ev yek ji bo vê siyasetê bûye erkek sereke.
Di vê derbarê de ditinek heye ku, dibêjin, divê ji berî her tiştekî civaka Tirkiye bê demokratîze kirin û di çerçoveya îdeolojiyek çepitî de, hinek tişt têne parastin. Yanî tişta ku aliyên PKK/HDPê û çepên Tirk digihîne hev ne li hevkirina li ser cureyê destxistina mafên netewî yên Kurdane, li ser bingehê îdeolojiya çepitiyê ye û îro ev îdeolojî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê teqabûlî Kemalizmê dike.
Rastiyek heye ku, eger demokrasiyek rasteqênî bê Tirkiye gelek berjewendiyên Kurda wek milet di vê yekê de hene, dê kurd bikaribin bi hesanîtir doza mafên xwe bikin. Lê gelo ev yek dê heta çi radeyê bikaribe bibe bingehek ji destxistina mafên rewa yên Kurdan re ?
Îro di qonaxa em têre derbas dibin,li cîhanê mînaqê vê yekê hene. Ispanya dewlete ku demokrasî lê heye. Katalonya welatek e ku miletê vî welatî ne Ispanyolên û doza mafên xwe dikin,doza dewletbûnê dikin. Bi rêyek gelek demokratik hewldan ku vî mafê xwe bi kar bînin. Referandum kirin û miletê Katalonya serxwebûn pajirand û xwestin ji Ispanya veqetin û bibin welatek serbixwe, lê mixabin Ispanya qebûl nekir û serokwezîrê herêma Katalonya û gelek berpirsê Katalonya terka welatê xwe kirin. Yanî welatek demokrasî lê heyî! daxwaza demokratik ya gelek din qebûl nekir.
Sed hezar demokrasî bête Tirkiye daxwaziya serxwebûnê ya Kurda qebûl nakin. Ji bo vê yekê dîtinek din ewe ku, heta pirsa Kurd çareser nebe , tu cara demokrasî nayê Tirkiye û Tirkiye nabe welatek demokratik.
Li Tirkiye dema te behsa mafên netewî dikira, ti bi qewmiyetê û paşverutiyê dihata itham kirin. Îro heman tişt bi versiyonek din tê kirin. PKK li gora xwe ev pirs xilas kiriye û vekirî dibêje:“ Dema dewletên netewî dawî hatiye.“ Ocalan bixwe eşkere dike ku “ Hun Kurdistanek serbixwwe pêşkêşî min bikin ez qebûl nakim“ Peyam vekirî û gelekî zelalin.
Li başûrê Kurdistanê dema referanduma serxwebûnê çêbû, helwesta gelek aliyên Kurd û welatên cîhanê hat dîtin. Gelo ev yek bi serê xwe ne peyamek bû ji bo xeta netewî li Kurdistanê?
Ji bo vê yekê gerek em li nirxên xwe yên kurdewarî xwedî derkevin bi metodet demokratik û rêya diyalogê û bi aşitiyane aweyek herî radikal doza mafên netewî bikin û ji bo vê yekê bitekoşin. Divê hemû awayî bûyerên siyasî li gora berjewendiyên netewî bêne nirxandin û helwest li gora vê bêne nîşandan. Rêya ku hestên netewî yên hatîn winda kirin, tenê bi vê bîr û baweriyê cardin şûnve vedigerin.
1.7.2019
Dara Bilek


