CivakRojev

Pêwîste di navbera Tirkîye û Kurdistanê de têkilîyên mayînde û dostane bên danîn.

 

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Mêrsînê (MTSO) Ayhan Kiziltan, ku ji bo beşdarî 7. Lûtkeya Veberhênan û Bazirganî ya Tirkiye-Iraqê bibe li Hewlêrê ye got, “Hevkarîya Hewlêr û Mêrsînê wê qedera vê erdnîgarîyê biguhere”.

Serokê MTSO Ayhan Kiziltan, di axavtina derbarê bazirganîya navbera Hewlêr û Mêrsînê de, diyar kir ku di bazirganîya navbera Mêrsîn û Herêma Kurdistanê de pêşketinek mezin çêbûye û wiha got: “Ev cara sêyemîn e ku ez diçim Hewlêrê. Ji wê demê ve, min dît ku têkilîyên me yên bazirganî yên dualî gelek pêş ketine. Hema bêje her cûre berhem tên firotin. Ne rast e ku ez li ser navê Tirkîyê biaxivim lê gelek derfetên bazirganî hene ku em dikarin bi hev re binirxînin. Em ji bo pêşxistina vê bazirganîyê di her qadê de li vir in. Ji derveyî bazirganîyê bazirganiyê, di heman demê de ev tê wateya zêdebûna hevkarîya çandî û civakî ya di navbera her du bajaran de ye jî”. 

Kiziltan, diyar kir ku Mêrsîn di warê çandiniyê de yek ji bajarên pêşeng ên Tirkiyeyê ye û li bajêr her cure berhem tên hilberandin û diyar kir ku ew dixwazin tecrubeyên xwe yên di warê çandiniyê de li Hewlêrê parve bikin. Kiziltan der barê mijarê de ev tişt gotin: “Pêwîste di navbera Tirkîye û Kurdistanê de têkilîyên herdemî û dostane bên avakirin”.

Kiziltan, di derbarê têkilîyên Tirkîye û Kurdistanê de jî dîtinên xwe anîn zimên û got: “Divê em di navbera Tirkîye û Kurdistanê de têkilîyên mayînde û dostane ava bikin. Ji bo ku em bigihêjin nêzîkbûnek tam, divê em kompleksên heyî ji holê rakin”.

“Divê biratîya Mêrsîn û Hewlêrê ji bo herêmê bibe mînak” Kiziltan, di derbarê bratîya herdu bajaran de jî axivî û got: “Biratîya Mêrsîn û Hewlêrê divê ji herêmê re bibe mînak. Hevkarîya van her du bajaran dibe ku qedera vê erdnîgarîyê biguhere. Ji ber vê yekê em girîngîyek mezin didin bratîyê. Bratîya her du bajaran wê bratîya herdu welatan jî nêzîkî hev bike”.

 

Back to top button