CîhanRojev

John Cooper: Kurdistan hevkarê sereke yê Amerîkayê ye

 

Şaredarê Nashvilleyê John Cooper daxuyand, “Em hatin vir da ku têkilîyên xwe yên bi birayên xwe yên Kurd re derbasî qonaxek din bikin” û got, “Kurdistan hevkarê sereke yê Amerîkayê ye.”

John Cooper, beşdarî bernameya K24ê bû û got ku ”em dixwazin pêwendîyek bihêztir ligel Hewlêrê deynin. Em li bendê ne ku di warê çand û bazirganîyê de zêdetir hevkarî bên kirin”. John Cooper, diyar kir ku li Nashville 25 hezar Kurd dijîn û got, “Nashville çîroka jiyana bi hev re ye, mîna jiyana bi hev re ya li Kurdistanê. Kurd ji bo me hevkarên pir baş in”.

 Cooper daxuyand û got, “Em dikarin bi serbilindî bibêjin ku Kurdistanek me ya piçûk li Nashville heye”. John Cooper, bal kişand ser wê yekê ku Amerîka wê bi hemû hêza xwe piştevanîya Herêma Kurdistanê bike û got, “Em têkoşîna Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê hêja dibînin. Em serkeftina Kurdistanê dixwazin”.

Nashville, ku eyaleta Tennessee ya Amerîkayê ye, ji ber pirbûna nifûsa Kurdan wek “Kurdistana Piçûk” tê naskirin, bi Hewlêrê re protokola bajarê bratîyê îmze kir.

 

Back to top button