Pêwîst nake PDK û YNK şiroveyên cuda li ser destûr bidin
Serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku PDK û YNKê biryar dane destûra Herêma Kurdistanê nebe sedema perçebûna xelkê Kurdistanê û biryar dane li ser wê meseleyê lihevhatinek niştimanî bikin.
PDK û YNK girêdayî rêkeftina xwe ya stratejîk in
Serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li ser gotegot û daxuyaniyên hinek berpirsên PDK û YNKê li ser pirsa projeya destûra Herêma Kurdistanê ji Tora Medya ya Rûdawê re got:
– PDK û YNK girêdayî rêkeftina xwe ya stratejîk in, herwiha girêdayî rêkeftina di navbera politbûroyên herdu partiyan de ne ku roja 29ê hezîrana îsal hat îmzekirin. Jixwe roja paşîn (30 Hezîran) biryara dirêjkirina dema serokatiya Herêma Kurdistan û karê parlamentoyê hat rojevê. Em herdu alî bi tevahî girêdayî wê rêkeftinê ne û tu xaleke wê nîne ku neyê fêmkirin.
Me li hev kir ku li ser projeya destûra Herêma Kurdistanê tifaqê bikin û lihevhatine niştimanî pêk bînin
Nêçîrvan Barzanî ku wek serokê şanda PDKê di rêkeftina 29ê hezîranê ya digel YNKê de beşdar bibû û rêkeftin îmze kiribû, derheqê siberoja projeya destûra Herêma Kurdistanê de jî wiha got:
– Me li ser wê li hev kir ku projeya destûra Herêma Kurdistanê tifaqê bikin û lihevhatinek niştimanî pêk bînin. Çimkî em naxwazin pirsa destûrê bibe sedema perçebûna xelkê Kurdistanê, lê em dixwazin bibe peymaneke hevbeş a siyasî û civakî di navbera hemû gelê Kurdistanê de. Mesele jî vegerandin yan venegerandina destûrê bo parlamentoyê nîne, ji ber ku reşnivîsa destûrê û projeya destûrê ji aliyê lijneyeke derveyî parlamentoyê ve hatiye nivîsandin û paşê ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pejirandin. Me di rêkeftina 29ê Hezîranê de bi awayekî eşkere biryar da ku li ser projeya destûrê gotûbêj bikin û bigihîjin lihevhatinek niştimanî. Ji ber vê jî em dixwazin wan bendên ku nakokî li ser hene, diyar bikin û paşê li ser gotûbêj bikin heta ku li ser wan digihîjin lihevhatineke niştimanî. Piştî vê yekê dê biryar bê dayîn ka çawa û bi çi şêwazekî qanûnî hemwarkirin û lihevhatin pêk bê û di destûrê de were cîbicîkirin.
Ew rêkeftin vekirî ye û tu tiştekî şêlû tê de nîne ku bibe sedema kêşe û aloziyê
Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî herwiha derheqê daxuyaniyên hinek berpirs û parlamenterên YNK û PDKê yên li ser vegerandin yan jî venegerandina destûrê bo parlamentoyê tên belavkirin de jî wiha axivî:
– Ew rêkeftin vekirî ye û tu tiştekî şêlû tê de nîne ku bibe sedema kêşe û aloziyê. Pêwîst jî nake ku berpirsên PDK û YNKê şiroveyên cuda li ser vê yekê bikin. Çimkî mijar bi tevahî hatiye ronîkirin û me biryar daye li ser destûrê bigihîjin lihevhatinekê . Birêz serokê Herêma Kurdistanê jî di gotara xwe ya roja 17ê vê mehê (tîrmeh) de heman nêrîn li ser vê mijarê aniye ziman û ji aliyên siyasî dixwaze di heyama xula bê ya parlamentoyê de bi awayekî bilez li ser projeya destûra Herêma Kurdistanê li hev bikin.