Polîtîk

Li Silêmaniyê xwepêşandanana piştgiriya PYGê

Li bajarê Silêmaniyê, sibê roja yekşemiyê, dê Komeleya Gencên Kurdistanê yên Welatparêz xwepêşandenekê bikin û piştevaniya xwe ji bo rojavayê Kurdistanê nîşan bidin.

Li gor malpera Basnews, Komeleya Gencên Kurdistanê yên Welatparêz, sibê roja yekşemiyê, li bajarê Silêmaniyê bi armanca şermezarkirin û protestokirina êrîşên çekdarên îslamiyên tundrew bo ser rojavayê Kurdistanê û ji bona nîşandana piştevaniyê bo Yekîneyên Parastina Gel, xwepêşandanê bikin.

Komîteya amadekara xwepêşandanêmê ku, ku ew  xwepêşandan dê sibê êvarê li cadeya Salim dest pê bike û li Parka Azadî bi dawî bê dibêje ku, armanc ji wê çalakiyê piştevanîkirina  berxwedana xelkê rojavayê Kurdistanê û YPGê e û herwesa ji bona rûreşkirin û şermezarkirina hêzên çekdar yên ku, cîhad li dijî rojavayê Kurdistanê îlan kirine, ye. 

Back to top button