Tirkiyê kovara Zenith hack kir
Kovara Elmanî Zenith berî heftiyekê li hejmara xwe ya dawî de dosyayeke taybet li ser gelê Kurd û dirustbûna dewleta mezina Kurdî ya li Rojhilata Navîn weşandibû, ev yek diyare hackerên Tirkan acizkiriye ku ji aliyê Tirkiyê ve kovar hatiye hack kirin.
Kovara Zenith dabû xuyakirin ku, pêngavên aştiyane yên Kurdan li navçeyê de ji bihara Erebî serketîtire û bi proseyeke aştiyane berev dewleta mezin û serbixweya Kurdî ve pêngavan davêjin. Her wiha kovara Zenith a Elmanî, li ser bergê xwe nexşeyeke Kurdistana mezin weşandibû û dosyayeke taybet li ser pirsa Kurd û dirustbûna dewleta Kurdî amade kiribû û nivîsandibû:´´Bi pîvandina li gel bihara Erebî, Kurd serketîtirin û bi proseyeke aştiyane berev dewleta mezin û serbixweya Kurdî pêngavan davêjin.´´
Daniel Gerlach Sernivîskarê Kovara Zenith dide zanîn ku piştî wê hejmarê kovara wan gelek balkişandiye û ji yekem roja derketina kovarê em bi xwe jî ji vê baldariyê sosret û ecêp girtî man, lê piştî demekî jî malpera me ji aliyê Hackerên li Tirkiyê ve hate hack kirin.
Gerlach dibêje di derbarê mijara Kurdistanê de em bê alî tevdigerin û bi akademîk û zanistî lêkolînên xwe dikin. Her wiha dide zanîn ku ji aliyê asayîşa Elmanya hatiye zanîn ku malpera wan ji navenda Tirkiyê ve hatiye hack kirin.