CîhanPolîtîk

Pêwendiyên Kurdistan û Holanda pêşve diçin

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsula nû yê Holenda li Hewlêrê Janet Alberda kir.Konsula Holendayê berhevbûna welatê xwe ji bihêzkirina tikilyên bi Herêma Kurdistan re nîşanda û pêdagirî li ser alîkaryên leşkerî û mirovî ji bo Herêma kurdistanê û rola Hêzên pûşmerge li şkistina DAIŞê û rola Herêma kurdistanê ji bo normalîze kirina têkiliyên bi Bexdayê re kir û hêvî xwest pirsgirêk bi rêya diaylog û ji hev têgihiştinê bihên çareser kirin.Her wiha derbarê koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê xuya kir tevî Balyozxaneya welatê xwe li Bexdayê serdana kempên koçberan dikin ji bo vê yekê berçav roniyeka baş hebin ji bona alîkarî kirina koçberan û dabîn kirna pîdawîstiyên jiyanê ji wan re, ku pêşbîbnî dihê kirin bi destpêkirina operasiyona bajarê Musilê gelek kesên din koçberê Herêma kurdistanê bibin.Serokwezîrê Herêma kurdistanê pêdagirî li ser giringiya alîkariyên Holenda ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî li warê leşkerî û perwerde û fêr krina Pêşmerge ji aliyê pisporên leşkeriyên Holenda.Nêçîrvan Barzanî têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Holenda giring daye zanîn, bi taybetî  ji bo parastina pirensîpên mafên mirovan û asayî kirina têkilyên bi Hikûmeta Federal Îraqê re.Her wiha got serdana wî li dîv re serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê encameka erênî hebû û li ser diyalogê berdewam dibin ji bo çareser kirina pirsgirêkan.Ji bo pirsa penaber û koçberan hêvî xwest civaka navdewletî pitir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, Ji ber ku pêşbînî dihê kirin bi destpêkirina operasiyona Musilê hijmareka pitir akinciyên bajêr bihêne Herêma Kurdistanê, ku eva jî li dervey şiyanên hikûmetê ye.Her du aliyan li dawiyê bal kişandina ser berfireh kirina têkiliyên anvbera Herêma Kurdistanê û Holenda, qunaxa piştî rizgar kirina bajarê Musilî û hin pirsên din. 

Back to top button