CîhanPolîtîk

Kurd daxwazên xwe digihînin hemû cîhanê

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Brîtanya kir ku ji Dr. Christian Turner Birêveberê Rojhilata Navîn û Efrîqa li Wezareta Derve û Gwyn Jenkins Cîgirê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî û Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û John Sharp Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr pêkhatibûn.Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî wê yekê ku pêzanînên wan ji bo rola gelê Kurdistanê û qurbanîdana Pêşmerge li şerê dijî terorîstan hebû, Serok Barzanî ji stratejî û şaşiyên giştiyên siyaseta derveyê Brîtanya ya di derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê de agahdar kirin û tekez li ser girîngiya Herêma Kurdistan û navçeyê ya ji bo asayîşa neteweyî ya welatê xwe kirin. Eve jî ragihandin ku hatine ji hevkêşe siyasiyan û pêşhatên meydaniyên li Iraq û navçeyê û her wiha encamên serdana Serok Barzanî ya Bexda ji nêzîk ve agahdar bibin.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda Wezareta Derveyê Brîtanya kir û li axaftina xwe de behsa ewlewiyet û siyaseta Herêma Kurdistanê ya li ser şerê Da’îş û qonaxa piştî Da’îş û babeta koçberan kir. Her wiha qonaxên dîrokî ya gelê Kurdistan û meseleya hevbeşî ya li gel dewleta Iraqê şîrove kir û ronahî xiste li ser daxwazên gelê Kurdistanê û paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Iraqê.Her li vê kombûnê da her dû alî hevrebûn ku ji bo rêgirtina li serhildana kêşe û giriftên kûr yên siyasiyan ku li qonaxa piştî Da’îş jî li ber çav bê girtin û bi hemahengî û hevkariya hemû aliyek kar ji bo wê bê kirin. Her wiha şanda mîhvan piştevaniya xwe ji bo siyaseta diyalog û danustandina Serok Barzanî ragihand û tekez li wê yekê kir ku civaka navdewletî palpiştiya van cûre stratejî û siyasetan dibe.

Back to top button