Civak

Hikûmeta Kurdistanê kiryara terorîstiya Heseke şermezar dike

Civata Wezîrên  Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqîna terorîstiya bajarê Heseke li rojavayê Kurdistanê bi dijwarî şermezar dike  û daxwazê ji saziyên peywendîdar dike ku bi her awayî alîkariya lêqewmiyên wê karesata diltezîn bikin.Ev li jêr teksta daxuyaniyê:Şeva borî 3/4 meha çirya pêşîn, bajarê Heseke bo armanca terorîstên dijî mirovatiyê û di necamê wê kiryara terorîstî de hijmareke mezin ji şêniyên bajêr yên bûguneh bûn qurbanî.Tevî ku em wê kiryara tirsinok û nemirovane ya terorîstî ku ji encamê şikestina yek li pey ya din ya terorîstane li bereyên cengê şermezar dikin, em sersaxiyê jî li malbatên şehîdan dikin û hêvîxwzîn bi lezgînî hemû birîndar çak bibin.Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke erkek neteweyî û mirovî derhq xûşk û birayên me li rojavaya Kurdistanê, saziyên peywendîdar radispêre hemû hevkarî û alîkariyên pizîşkî pêşkeşî lêqewmiyên wê karesata diltezîn bikin û ya pêwîst be jê re bi cî bikin.Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê04.10.2016

Back to top button