Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Korya Başûr li Îraqê kir.Balyozê Korya Başûr xuya kir têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir dikin, bi taybetî li warên rewşenbîrî, zanistî û rêvebirnê, ku asta nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê berfirehtir dikin û konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedikin.Her wiha bal kişande ser rolê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge li şerê dijî terorê û parastina pêkhatiyên Kurdistanê û her wiha xizmet kirina gelek koçberan ku hawara xwe ji bo Herêma Kurdistanê anîne. Berhev bûna welatê xwe jî ji bo alîkarî kirina Herêma Kurdistanê li warên serbazî û mirovî nîşanda.Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berhev bûna hikûmetê ji bo berfireh kirina têkiliyan nîşan da, bi tatybetî li warên bazirganî, kultûrî û rêvebirinê. Her wiha alîkariyên Korya Başûr ji bo Herêma Kurdistanê piştî nemana rejîma Beis giring nirxand.Nêçîrvan Barzanî xuya kir pêşbînî dihê kirin bi destpê kirina operasiyona rizgar kirina bajarê Musilê gelek akinciyên bajêr koçberê Herêma Kurdistanê bibin, ku alîkarî kirina wan li dervey karînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lewma divê civaka navdewletî, bi taybetî welatên dost alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.Li dawiyê jî her du aliyan behsa rewşa deverê û dawîn pêşhatên şerê terorê û qunaxa piştî DAIŞê û hin pirsên têkildar kirin.