CîhanVîdeo

Biden spasiya Barzanî dike

Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistan û Pêşmerge û Serok Barzanî hebû û piştevaniya xwe jî ji bo siyaset û stratejiya Serok Barzanî û awayê serkirdayetîkirinê ragihand û wê yekê xisterû ku ew serkeftinên li şerê terorê de bi dest hatiye encamê karê hevbeşa Pêşmerge û hêzên Iraqê û hevpeymanan bûye û pêkve karê hevbeşên ciddî jî ji bo bi dawî anîna Da’îş encam didin. Her wiha palpiştiya welatê xwe jî ji bo rêkkeftin û plana serbazî ya azadkirina Musilê dûpat kir.Cîgirê Serokê Amerîka pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir ku serdana çend roj berê yê Bexdayê serkeftî bûye û encamên baş jî pêkhatine û tekez li wê yekê kir ku Amerîka palpiştiya rastgoyî û siyaseta pir bawer ya Serok Barzanî ye.Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmet û Artêşa Amerîkayê kir ku li şerê terorê da Pêşmerge bûne û eve jî dûpatkir ku Herêma Kurdistanê şerê terorê bi erkekî exlaqî û mirovî û bi ewlewiyeta xwe dizane.Her li vê peywendiyê da behsa çawayiya muamelekirina li gel kêşeya koçberan kirin û Cîgirê Serokê Amerîka naveroka plana welatê xwe ji bo girifta koçberan û hevkariya darayî ya paşaroja Musilê xisterû.

Back to top button