Nivîsar

Pêvajoyek zîz û xeta netewî

 

Piştî eîşên DAÎŞê li ser devera Şingalê ji bo Kurdistanê bi tevahî pêvajoyek nû destpêkir. Kurdan di destpêkê de di ware leşkerî de kemasî kiribin jî, di qada navnetewî de bi dîplomasiyek serkevtî bala cîhanê kişandin li ser rewşa Kurdistanê. Bi vê yekê di ware leşkerî de jî li Başûrê Kurdistanê serkeftiyên mezin pêkanîn.

Pêşmergeyên Kurdistanê cardin bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastin. Serkeftina pêşmege li cîhanê de deng veda.
Di vê qonaxê de helwesta partî û aliyên siyasîyên kurd gelek balkêş bû. Erîşên mezin birin ser PDKê û heta giha radeyekî di derbarê pêşmergeyan de ziman dirêjî hate kirin.

Piştî demekî DAÎŞ êrîşê xwe li ser Rojavayê Kurdistanê devera Kobanê zêde kir. Piraniya xelkê Kobanê koçber bû. Hêzên YPGê li Kobanê berxwedan.

Di vê derbarê de serokatiya  Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê û taybetî PDKê bi yek dengî pişgiriya xwe ji bo Kobanê û şervanên kurd li Kobanê dan diyarkirin.

Di ware mirovati de arikarî gihandin nawenda Kobanê û koçberên Kobanê li Bakurê Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li himber medya cîhanê da xuyakirin ku wan di ware serbazî de jî arikariya Kobanê kiriye û çek ji bo Rojavayê Kurdistanê rêkirine. Piştî vê daxuyaniyê eşkere bû ku serokê Kurdistanê ji bo rêkirina çekan ferman daye.

Di vê derbarê de kemasiya PYDê ya herî mezin ew bû ku, rê li hêzên din yên Kurdistana Rojava ji bo arikariya Kobanê girt. Rê neda şervanên PDK-S derbasî Kurdistana Rojava bibin.

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî berjewendiyên Kurdistanê li ser her tiştekî re girt û bangî hemû hêzên Kurdistana Rojava kir da ku li peymana Hewlêr vegerin û herweha Kurdên Rojava hêzek leşkerî hevbeş ava bikin. Dê hinge rewş bi hemû awayî bête guhertin û her bûyer bikeve di berjewendiya kurdan de.

Dema ev yekitî pêkwerê, dê pêwendiyên PYD û rejima Suri jî qut bibin. Ji ber ku rejimê bûyera Kobanê de PYD hişt tenê û leyiztikek mezin kir.

Bê guman ev helwesta PYDê ku ji rejimê qut bibe wê ne bi dilê Îranê be. Di vê mijarê de pirsek tê hole. Gelo dê PYD di vê derbarê de heta çi radeyê bi serbixwe bi PKK ve ne girêdayî bikaribe hereket bike.? Yan jî dê siyaseta PKKê di vî warî de çibe?

Yekitiya hêzên Kurdistana Rojava gelekî giring e. Lê divê ev yek li ser bigehê xetek netewî bête ava kirin. Eger PYD bi destpêkê de heta niha bi peymana Hewlêr xwedî derketa dê îro rewş ne ev bûya.

Di dema Şingalê de helwesta PKKê û daxuyaniyên berpirsên PKK û di dema Kobanê de helwesta PDKê û taybetî ya serok û serokwezîrê Kurdistanê xeta zîz ya di navbera siyaseta xeta netewî û xetên din yên siyasî de jî dide kifşkirin.

Bûyerên ku di van çend mehên dawî de hatîn hole û statuya Kurdan di herêmê de cardin da xuyakirin ku demanek tenê ji bo parastin û mayina Kurdan di herêmê de heye. Ew jî kurd bikaribin bibin xwedî dewlet. Yanî heta dewletek kurdan serbixwe nebê dê her demî pêşeroja Kurd û Kurdistanê di xeterê de be.

15.10.2014
Dara Bilek

Back to top button