Parlamentera HDP’ê ya Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Şanliurfayê Mîthat Sancar ji partiya xwe îstifa kirin û tevlî Partiya Çep a Kesk bûn.
Bi îstifakirina Buldan û Sancar re ti wekîlên HDP’ê li meclîsê neman, hejmara wekîlên Partiya Çep a Kesk jî derket 57’an.
Buldan û Sancar ên ku ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk weke parlamenter hatin hilbijartin, piştî hilbijartinê ji partiya xwe îstifa kirin û derbasî HDP’ê bûn.
Pervîn Buldan û Mithat Sancar di 4’emîn Kongreya Awarte ya HDP’ê de erka xwe radestî Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak kirin.
Niha PÇK dixwaze kongreyê xwe bike û bi navek nû di qada siyasî de xwe bide nîşandan. Piştî hilbijartinşn giştî gelek rexne di nava HDPê de hatin rojevê. HDP deng winda kirin. Niha jî biryardarên HDPê dixwazin bi vê manewreya siyasî dilê aligirên xwe bikin cih. Ev hewla tê kirin wek bersiveka rexneyên di nava HDPê de ye.
Lê di rastiya xwe de hetta nawenda biryarê Qendil be, ew çi navî li xwe bikin tiştek nayê guhertin.