"Pêvajo" ber bi kû ve diçe

Di vê dema ku behsa “pêvajoyê“ tê kirin, Enqere di nava leptek piralî de ye. Enqerê bawer kiriye ku, pirsa çekdanîna PKKê li Kurdistana Başûr re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî her gava ku kêr karê wan werê tavê je.

Wek tê zanîn di çapemeniyê de jî hate nivîsandin ku, MIT yanî Tirkiye dixwaze hevdîtinên li gel PKKê yan jî Qendîlê li Hewlêr di çavderiya  serokatiya Kurdistanê de pêkbîne.

Lê Qendîl dixwest ku hevdîtin li bajarê Silêmaniyê bêne kirin. Ev babet gelek bû babeta gotubêje û di rojeva siyasî ya weşartî de gelek cihek girîng girt. Di encama vê gotubêja weşartî heyetek herî bilind ya  YNKê serdana Tirkiye kir. Heyetek din jî serdana Îranê kir.

Di heyeta YNKê de cîgirê sekreterê giştî Kosret Resul, Endamê mekteba siyasî Mele Bextiyar, Dr. necmettin Kerim û Xusrew Gul cih girtin.

Heyeta YNK li gel serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul, serokwezîr Tayib Erdogan û wezîrê derve Davutoglu hevdîtin kirin. Herweha hinek civînên din yên girîng jî li gel rayadarên dewleta Tirkiye hatin  kirin.

Heyeta YNKê  li gel  heyetek hevbeş ya BDPê û KCDê jî civînek berfireh li darxist. Rojeva civînê siyaseta Tirkiye û devjêberdan PKKê ya çekan bû.
 
Vekirî  PKK dixwaze hevdîtin li Silêmaniyê çêbibin û YNK jî di van hevdîtinan de rolê xwe bileyze.

Lê dixweyê ku ev daxwaz a Qendîlê ji Îranê tê. Ji ber ku pêwendiyên PKKê û YNKê li gel Îranê hene û di siyaseta herêmê de jî ji bo herdu aliya dîtinên Îranê girîngin.

Pirsa Îranê siyaseta Suriye jî di nava xwe de xwedî dike.. Yanî siyaseta li Herêmê hinek aktorên ku bi hevre kar dikin û dixwazin bandora xwe li ser kurda û siyaseta Kurdistanê bikin tê zanîn. Îran, Suriye û desthilatdariya Nurî Malikî.

Ev hevbendî dixwaze bi rêya hinek partiyên kurd bandora xwe li siyaseta Kurdistanê û herêmê de jî bide xuyakirin. Ev yek jî di helwesta PKKê û YNKê de dixweyê.

Dema mirov roja şoreşa Suriye destpêkirî hete niha rewşa heyî bi awayek objektîf ber çavan re derbas dike siyaseta YNKê û PKKê ya di derbara Suriye de, ne ji siyaseta Îranê û ya rejima Suriye dûr bû.

Niha pêvajoya ku PKK ji dev çek berdê ji aliyê hukumeta Tirkiye ve hatiye destpêkirin. Di vê pêvajoyê de li ser daxwaziya Îran û Qendîlê YNK jî cihê xwe digire.

Dewletên herêmê bi awayek gelemperî yekrêziya nava mala kurd naxwazin. Ji ber ku îflasa siyaseta van dewletan di yekrêziya kurdan de ye.

Di vê dema ku li Başûrê Kurdistanê bayê serxwebûnê tê his kirin, hinek helwestên rojanê di rêya serxwebûnê de jî astengan peyda dike.

Ev pêvajo rîskên mezin di nava xwe de xwedî dike. Ya giring li Bakurê Kurdistanê sekinadina şer e.

Lê Pêwiste ku partiyên Başûr bi gelemperî siyaseta xwe li gel beşên din yên Kurdistanê berçavan re derbas bikin û berfirehtir binirxînin.

16.02.2013

Dara Bilek

 

Nerîna min :