Pêşveçûna zimanê kurdî di qada teknolojîyê de

Komek bi navê Kurdish for Tech ji bo pêşveçûna zimanê Kurdî di qada teknolîjîyê de kar dike. Vê kome daxûyaniyek ji mere rêkirine. Bi hêviya xizmetek hîja ji bo zimanê Kurdî, daxûyaniyê wek xwe radigihînin.
Silav..
Em wek Kurdish for Tech bi were têkilî datînin.
Kurdish for Tech komek e ku ji bo pêşveçûna zimanê kurdî di qada teknolojiyê de kar dike. Me li ser vê mijarê gelek xebat kirine. Dilê me heye em ji bo gelê kurd projeyên hîn pêşketîtir pêk bînin, lê ji bo vê alîkariya we divê. Wek hûn jî dizanin ne pêkan e mirov zimanê kurdî di amûrên teknolojîk de zêde bi kar bîne. Yek ji van amûran jî telefonên zîrek in. Sed mixabin hemû kurdên li ser rûyê erdê telefonên xwe bi zimanên biyanî bi kar tînin. Em dixwazin vê rewşê bi dawî bikin û ji bo gelê me bikaribe telefonên xwe bi zimanê xwe yî zikmakî bi kar bîne me kampanyayeke şanenavê saz kir.
Dîsa bi rêya serkeftina kampanyayeke wiha zimanê kurdî li Google Wergerê hatibû zêdekirin. Wek em ji tecrubeyên xwe yên berê hîn bûn, ji bo ev kampanya li ser bikeve pêdivî bi gelek şanenavan heye. Ji bo wê jî divê em xwe bigihînin gelek mirovan. Em dê heta xwestekên me ji hêla berdengên me ve werin pejirandin li ber xwe bidin. Ji bo wê em ji we dixwazin hûn di vê têkoşînê de bi rêya parvekirina kampanyayê li ser malpera xwe, kanala xwe û hesabê xwe yên medyaya civakî alî me bikin. Em vê kampanyayê wek berpirsyariyeke xwe dibînin û em dizanin her kî di dilê wan de evîna kurdiyê û kurdayetiyê hebe dê alîkariya me bike.
Em ji niha ve spasiya we dikin.
Navnîşana kampanyayê: https://www.change.org/p/