Nivîsar

Pêşniyara Bahçelî û helwesta DEM û CHPê..!

Piştî cara yekem serokê MHPê Devlet Bahçelî di gruba Partiya xwe di parlementoyê de bangî Ocalan kirî, rojeva siyasî bi carekî de tevlîhev bû. Her aliyek siyasî hewlda ku daxûyaniya Bahçelî bi awayek cuda binirxîne. Partiyên nijadperest di cih de li himber daxûyaniya Bahçelî bertek nîşan dan.

Di bingeh de ew banga Bahçelî di encama gotubêjên dirêj di nabvera Bahçelî û Erdogan de derket holê. Yanî ew bang ne bi tenê dîtina Bahçelî bû. Li himber banga Bahçelî helwesta Qendîl û DEMê ne zelal bû. DEMê ne dizanî û heta niha jî nizanê ka gelo eger nakokiyet navbera Imralî û Qendil de derkeve, dê helwesta wan çibe. Selahattin Demirtaş bi minasebeta çalakiya PKKê ya intixarî li Kazana Enqere helwesta xwe diyar kir. Piştî vê çalakiyê CHP tevlîhev bû. CHPê di cih de gotara xwe guhert û serokê CHP ji dev gera xwe ya li bajarên Kurdistanê berda û ji Diyarbekir vegeriya Enqere.

Qendil her çikas xwedî derketina Ocalan wek pirsa sereke dida xûyakirin, lê çlakiya çekdarî li Enqere bersiva Bahçelî bû. Helwestek li dijê Ocalan bû. Piştî li deverên wek Mêrdîn û Elihê jialiyê wezereta navxwe ve qeyûm hatin tayîn kirin, ev ji bo DEM û CHPê bû firsendik ku, rojeva hatî pêş biguherinin û xwe cardin bi pisa qayuma ve girêdan.

Ne CHP û ne jî DEM di helwesta xwe de ne dirustin. Herkes dizane ku, serokê şeredariya Esenyurt a Stanbulê nêzikî PKKê ye û bi navê DEMê bû berbijêrê CHPê. Lê wek tiştek nebûye tevdigerin. Helwesta serokê şeredarên bajarên wek Afyon û Bolu yê rewşa CHPê dide kifşkirin. Ji aliyek din ve serokê şeredariya Stanbulê ji bo bazara veşartî navbera xwe û Qendil de neyê eşkerekirin helwl dide û di nava metirsiyek mezin de ye.

DEM niha ketiye nava tengasiyekî de, aliyên kurd di nava DEMê de dixwazin PKK ji dev çekan berde û pirsgirêk bi rêya diyalogê bêne gotubêj kirin. Lê çepên tirk ku, di nava DEMê de serdestin naxwazin PKK a ku wek çekekî bi kartînin ji dev çakan berde.

Helwesta Cemil Bayik vekiriye. Di hevpeyvineka xwe de dibêje: Ne Apo biryara devjê berdana çekan dide ev biryara me ye.

Gerek baş bê têgihandin, pirsa PKKê ne pirsa Kurd de. PKK bi tenê vê yekê dike malzemeyek ji bo siyaseta xwe ya qirêj. Ji xwe armanca wan bê ku kurd bibin xwedî statûyekî yan jî mafk netewî, di nava Tirkiye de bihelin. Ji xwe fikra cumhuriyeta Demokratik ev bixwe ye.

Lê banga duyem ya Bahçelî, cardin hinek bernameyên DEM û CHPê tevlihev kirin. Eve du cara serokê şeredarê Stanbulê dixwaze Bahçelî bibîne, lê heta niha Bahçelî pêşwazikirina wî qebûl nekiriye. Gelo ev israra Îmamoglu çiye? ev jî pirsek din e.

Rojeva niha tê gotubûj kirin, ne çareseriyek ji bo pirsa Kurd e. Gerek ev bê dîtin. Dewlet dileyze û bernama xwe di derbarê hevdîtinên li gel Ocalan de wek ku dizayn kirî rêve dibe. Muxatabê çareseriya pirsa kurd, Kurd bi xwe ne. Kurd bi partiyên xwe, dezgeheên xwe yên sivîl, bi avahiya civaka xwe muxatabê dewletê di çareseriya pirsa Kurd e ne.

DEM xwe wek partiyeka kurda nabine, ew xwe wek partiyeka Tirkiye dide nasandin. Yani wek partiyên heyî ye. Veca bi vî mijiyê heyî tu çareserî ji pirsa kurd re peyda nakin û ev yek di bernameya wan de jî tûneye. Lê mixabin aliyên din ê Kurd dema li pirsa xwe xwedî dernekevin, bivê nevê li ser dewsên lingê DEMê rêve diçin.

5.11.2024

Nêrîn / Şirove

Back to top button