Pêşmergeyên ku ji aliyê PKKê ve hatibûn şehîdkirin, hatin bibîranîn

Li Hewlêrê merasîma çileya pênc pêşmergeyên ku beriya çil rojan li çiyayê Metîna ji aliyê çekdarên PKKê ve hatin şehîdkirin, birêve çû.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di vê merasîmê de ragihand ku PKK bûye serêşî ji bo temamê parçeyên Kurdistanê, hinek aliyên herêmî û navxweyî, PKKê ji bo meramên xwe bi kar tînin.

Serbest Lezgîn di axaftina xwe de ji bo merasîma çileya pênc pêşmergeyên ku li çiyayê Metîna ji aliyê PKKê ve hatin şehîdkirin, diyar kir ku reftarên PKKê xizmeta Kurd û Kurdistanê nake û PKK ji bo têkbirina destkeftên Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.

Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî jî di çileya pênc pêşmergeyên şehîd de diyar kir; ciyê ku ew pênc Pêşmerge hatin şehîdkirin, devera Amêdiyê ye, ew ji bo berevaniya xelkê deverê li wê derê bûn, neçûne Diyarbekir, Silopî an Colemêrgê ku şerê PKKê bikin, bi ti awayî hêzên me neçûne axa Bakurê Kurdistanê ji bo şer.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di merasîmê de ragihand ku PKK ji aliyê welatên herêmê be tê bikaranîn, da ku kêşe ji bo Herêma Kurdistanê çêkin, ev jî ji bo lawazkirina statuya yasayî ya Herêma Kurdistanê.

Nerîna min :