Dosya

Pêşmergeyê Kurdistanê Maxmûr û Baqirtê rizgar kirin

Çavkaniyên ji eniya şer ragehandin ku, pêşmergeyê Kurdistanê bajarokê Mexmûr û Baqirtê ji çeteyên DAÎŞ paqij kirin û niha ew her du bajêr bi timamî di bin kotirola hêzên pêşmergeyê Kurdistanê de ne.

Hêzên pêşmergeyê Kurdistanê, îro ji sê aliyan êrîş bir ser qeza Mexmûr  û piştî şerekî giran pêşmerge ketin mav bajêr û bi timam ji destê terorîstên DAÎŞ rizgar kir. Di şerî berpirsekê DAÎŞ bi navê Ebo Misilm Tirkî û 24 çekdarên din hatine kuştin.

Her îro hêzên pêşmergeyê Kurdistanê êrîş kir ser nahyeya Baqirtê û ew bajêr û çend gundên derdûr rizgar kirin.

Di êrîşên îro de, hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bajarê Giwêr, Mexmûr û Baqirtê û gundên wê deverê rizgar kirin.

Weke tê zanîn Mexmûr nêzîk 60km ji senterê Hewlêrê dûr e.

Back to top button