Hêzên ser bi Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî li eniya Bendava Mûsilê, êrişî navendên terorîstên DAIŞê kirin û çend gund ji wan standin.Li gorî daxuyaniya Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ku nusxeyek ji malpera KDP.info re hatiye şandin, Îro saet 7 sibehê hêzên ser bi Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî bi alîkariya hêzên Piştevanî yên Zêrevanî li nahiyeya Wankê li sînorî Bendava Mûsilê, êrişî çekdarên DAIŞê li navçeyê kirin.Li gorî agahiyên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, ew êriş li gorî pilanekê hat pêkanîn û Hêzên Pêşmerge karîn herdu gundên Mesrîc û Tînbe yên sînorê nahiyeya Wankê ji destê DAIŞê derxînin. Tevî ku gelek bombe li pêşiya wan hebûn, lê Hêzên Pêşmerge karîn wê operasyonê bi serkeftî bibin serî.Herwiha Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî alîkariya Hêzên Pêşmerge kirin di wê operasyonê de. Herwiha li gorî agahiyan gelek terorîst jî hatin kuştin.