Pêşmerge nemirin
Di şerê azadkirina Zummarê de 3 Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û fermandeyeî Pêşmerge ji Bakurê Kurdistanê, şehîd bûn.
Fermandeyekî ji Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi navê Dilovan Yûsif, di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re got: “Duh, 25ê Cotmehê, di şerê azadkirina Zummarê de, 3 Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û Fermandeyekî Pêşmerge ji Bakurê Kurdistanê, şehîd bûn.”
Dilovan Yûsif aşkere kir ku “Navên wan şehîda evin: Loristan Elî Yûsif ji bajarê Qamişlo, Ehmd Seîd Osman ji gundê Zihêriyê yê ser bi bajarê Dirkê ve û Mihemed Kemal ji gundê Merce ku ew jî ser bi Dêrikê ve ye, Fermandeyê ji Bakurê Kurdistanê jî bi navî Neqîb Ekrem dihat naskirin.”
Di şerê Zummarê de, ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn çekdarên DAIŞê ji wê nahiyeyê derbixin û bi temam bixin bin kontrola xwe, 6 Pêşmergeyên din ên Rojavayê Kurdistanê birîndar bûn.
Li gor ku Dilovan Yûsif ji BasNewsê re ragihandiye, her sê Pêşmergeyên Rojava yên şehîd bûne dê li goristana Şaxikê ya li bajarê Dihokê bi axê werin spasrtin, herwiha dê şehîdê Bakuê Kurdistanê jî li Zaxo bi axê were spartin.Diyako Murad (BasNews)