Biryara ku, îro berpirsên Peşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê li Mexmûr ji bo operasyonên hevbeş li dijê DAÎŞê bicivin. Li gora agahdariyên wezereta Pêşmerge dide, şandeka bilind a hêzên peşmerge û Artêşa Iraqê li Mexmûr dicivin. Di civînê de li ser hevhatina herdu aliyan û cîbicîkirina peymana navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge de tê sekinandin. Herweha behsa operasyonên hevbeş li dijê DAÎŞê tê kirin.
Beriya niha Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê biryar dabûn ku hêzên hevbeş pêk bînin û li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bicîh bikin. Her wiha her du aliyan li ser pêkanîna operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê li hev kiribûn.