Pêşmerge ketin nava Şingalê

Pêşmergeyên Kurdistanê gihatin nava bajarokê Şingalê. Hêzên pêşmergeyan di encama operasyonek du rojan de devera Şingalê azad kirin û ji berî niha du demjimêre gihatin nava bajarokê Şingalî.

Hêzên pêşmerge piştî Çîyayê Şingalê azad kirin derdora Şingalê girtin û hemû rê li ser terorîstên DAÎŞê qut kirin. Îro piştî nîvro pêşmerge ketin nava bajarê Şingalê. Li hinek deverên Şingalê hêja teqîn hene û şer berdewam e. Lê Pêşmerge pêşve diçin û heta êvarê kontrola Şingalê bi temamî dikeve destê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: