Polîtîk

Operasyona azadkirina Şingalê berdewam e

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di hewla azadkirina rêya Sinûn–Rebîe de ne, çavkaniyek ji nava Pêşmerge jî dibêje ku ew dê rêya revê ji tu çekdarî re nehêlin.

Çavkaniyeke pile bilin ji Hêzên Pêşnergeyên Kurdistanê re ragihand ku, di demeke nêzîk de wê Hêzên Pêşmerge bi temamî rêya navbera Sinûn–Rebîe kontrol bikin, bi vê yekê jî dê her çardorê Şingalê bi temamî bikeve dest Pêşmergeyan de û derfeta derbasbûna yek Pêşmergeyî jî namîne.”

Çavkaniya ku nexwest navê wê were aşkere kirin got jî: “Tevaya wan çekdarên DAIŞê ku hatine Şingalê dê cezaya xwe werbigrin û derfeta revê jî ji wan re nayê vekirin.”

Berî niha jî, di daxuyaniyekê de ku ji aliyê fermandeyiya eniya rojavayê dicle hatiye belavkirin û kopiyek jê gehiştiye dest BasNewê, hatibû ku “Piştî operasyona gehiştina Hêzên Pêşmerge bo Çiyayê Şingalê û rizgarkirina Çiyayê Şingalê û azadkirina çendîn gund û navçeyên stratejîk wek Sinûn û Dugirê û Tirbika, serê sibeha îro Şemiyê 20ê Kanûnê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfereh ji bo paqijkirina Ewênat û gundên derdora wê û rêya stratejîk ya Hunke, destpêkirin.”

Back to top button