Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro êrîşek berfireh ji bo kontrolkirina navçeya Başîka pêkanîn û şer hêja berdewam e.Pêşmerge ji eniya Başîka êrîş birin navçeye. Firokeyên hevpeyvîna bi balefiran pişgirî dan operasyona pêşmergeyan.Di nava Başîka de DAÎŞ berxwe dide lê Pêşmerge niha ber bi Başîka ve diçe û çend gundên din jî li herêmê hatiye dorpêçkirin.Pêşmerge xwe amade dike piştî bombebaranekî bikevin nava gundên dorpêçkirin. DAÎŞ di nava gundan de bi hawêna tavêje pêşmergeyan .Herweha rêya gunda û derdora gunda hemû bombe û mayin hatine çandin ev yek jî dibe sedem ku Pêşmerge hêdî pêşve diçe. Ji ber ku ji aliyekî rê ji mayina pakij dike ji aliyek din jî şer dike.Pêşmerge niha kilometrekî nêzikî navçeya Başîka bûne. Piraniya xelkê Başîka mesihine.Li gor agahdariya heta niha pêşmergeyek û 3 rojnemevan birîndar bûne.