Pêşmerge berxwedana DAÎŞê şkinand

Hêzên Pêşmerge beriya 2 rojan dest bi operasyoneke mezin û berfireh li dijî terorîstên DAI Şê kirin, ku bi mezintirîn operasyon tê zanîn. Ew jî bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî birêve diçe.

Pêşmerge serkeftin li pişt serkeftinê bi dest dixe û welatiyên kurdên êzîdî dilxweş in û ji ber wê yekê jî kêf û xweşiyê dikin û spasiya Serok Barzanî dikin ku cejna wan kir du cejin.

Nivîskar û rojnamevan û kesayetiya rewşenbîrê êzîdî Xidir Xelat ji KDP.info re ragihand ku, serkeftinên Hêzên li sînorê Şingalê cihê şanaziyê ye û rêzgirtinê ye bo hemû gelê Kurdistanê bi giştî û êzîdî  bi taybetî, Hêzên Pêşmerge jî piştrast kirin ku hêzên dilxweşker in û ji nav gelê kurd derketine.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, temamî cihên setratejîk ên Şingalê di destê Hêzên Pêşmerge de ne û eger şev nehatiba niha Şingal bi temamî ketibû destê Hêzên Pêşmerge de, ji ber ku nîvê navçeya Şingalê ji aliyê terorîstan ve hatiye bobekiirin.

Aştî Koçer Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji KDP.info re ragihand ku, “Niha gellek cihên setratejîk ên Şingalê hatine kontrolkirin û eger şev nehatiba niha Şingal bi temamî ketibû destê Hêzên Pêşmerge de, ji ber ku nîvê navçeya Şingalê ji aliyê terorîstan ve hatiye bobekiirin.”

Koçer wiha got: “Ji Zûmarê heta Şingalê hatiye azadkirin û DAIŞ bergirî nekiriye û tenê li nav Şingalê hinekî li ber xwe dan, lê bi giştî nema karin bergiriyê bikin û morale wan têk çûye.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ji bilî Hêzên Pêşmerge ti hêzekî din di wê operasyonê de beşdar nebûne û hêzên YPGê û PKKê jî çend komên wan ên biçûk li wir hene û bi hejmarek pirr kêm carna ligel Pêşmerge tevlî şer dibin. Hêzên Pêşmerge di bin ala Kurdistanê di wê operasyonê de beşdar bûne.”

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: