Têkeliyên Kurdistan û Amerîkayê baştir dibin

Êvariya îro roja yekşemiyê 21.12.214ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistranê pêşwazî li senatorê Amerîkayê Pat Roberts endamê civata  Senat ya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê  kir.

Di civînekê de, senatorê amerîkayî kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û bi taybetî ku, serdana wî hevdeme digel pêşveçûn û serkeftinên mezin yên pêşmergeyê Kurdisdtanê bi ser terorîstên DAÎŞ de û ew bixwe bû şahidê serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanî li devera Şingalê û derdûrên wê.  Roberts got ku, di dîrokê de kurd hetim hatine çewsandin, lê belê kurd karîn xwe biparêzin û xwe rizgar bikin û ew weke cengawerên bergirîkar ji mafên xwe hatine nas kirin, wî sersaxiyên xwe pêşkeşî malbatên şehîdan kir û hêvî xwest pêşveçûna pêşmerge heta digihin armancên xwe berdewam bin.

Senatorê amerîkayî got ku, terorîstên DAÎŞ bi terorkirin, hovitî û tirsandinê metirsî li ser aşitî û aramiyê çêkiriye, terorîstên DAÎŞ bi tenê ne dijminên serhişkên Îraqê û Suriyeyê ne, lê ew dijminên tevaya mirovatiyê ne û divê biyekcarî bihên binbirkirin û nemînin.

Têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê hatin behis kirin û şandeya mêvan tekîd kir ku pêwîste têkeliyên Amerîka û Kurdistanê baştir bibin û hevkariyên zêdetir bi herêma Kurdistanê re bên pêşkeş kirin daku herêma Kurdistanê bikaribe baştir rûbirûyê terorê bibe û bi ser wan de serbikeve.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa pêşhatên dawiyê û pêşveçûn û serkeftinên mezin yên pêşmergeyê Kurdistanê kir, bi tyabetî serkeftinên di van rojan de li devera Şinaglê bi dest xistine û tekîd li ser wê yekê kir ku, raste pêşmerge serkeftinên baş bi dest ve anîne, lê belê ji bo parastina amiyet û aramiyê, pêwîstiya pêşmerge bi çekê giran û meşiq û rahînanê heye.  Barzanî sipasiya Amerîka û hevpeymaman kir ku, êrîşên asîmanî dikin ser terorîstên DAÎŞ û hevkariya pêşmerge bikin.

Serokwezîr, herwesa, behsa rewş û jiyana penaber û koçberan kir û bi tyabetî behsa koçberên êzidî û mesîhî ku li herêma Kurdistanê hene kir û got ku, hikûmet û xelkê Kurdistanê bi hemû îmkanên xwe hewil daye di hewara wan koçberan biçin û alîkariya pêşkeşî wan bikin û aramî û emiyetê ji bo wan dabîn bikin. Barzanî got ku ew dê liser alîkarîkirina koçber û penaberan berdewam bin lê pêwîstiya wan bi hevakriyên navdewletî heye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: