Polîtîk

Pêşmerge berbi Şingalê ve diçe

Operasyona berfireh ji bo azadkirina Şingalê berdewam e.

Pêşmergeyên Kurdfistanê ji 3 aliyan ve berûpêşve diçin. Şerek dijwar di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û DAÎŞê de çêdibe.

Li gora agahdariyên ji nava pêşmergeyan gihane me heta niha 9 gundên Şingalê ji teroristan DAÎŞê hatine pakij kirin.

DAÎŞ deva direve şûna xwe li gundan mayina diçîne jib o vê pêşmerge gelek bi dikkat hereket dikin. Heta niha gundên Bersa, Karêz, Huqni, Gırgamiş, Kopanê, Mıhverdik, Qasebê, Qaraç, Qahrıs hatine azad kirin. Di azadkirina van gundan de 69 terorist hatine kuştin û 6 jî dîl hatine girtin.

Kuştiyên DAÎŞê gelekin lê tenê laşê 69 kuştiyan ketine destê pêşmergeyan de.

Mixabin li gora gahdariyan 4 pêşmerge şehîd bûne û 16 jî birîndarin.

Back to top button