Polîtîk

DXB Navenda Çandî ya Mihemed Şêxo vekir

Li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warên pêşxistina li warê rewşenbîrî û vekirina xulên cûr bi cûr ji bo penaberên li hemû wargehê de, li rêwresmek de bi amadebûna Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Navenda Mihemed Şêxo li wargeha Domiz hate vekirin.

Roja 16/12/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî li dabeşkirina alîkarî û hevkarîkirina penaberên li hemû wargehê de, heman demî de kar bi navê vekirina dehan navendên rewşenbîrî li hemû wargehên penaberan de vekiriye û çendîn xulên fêrbûnê ji bo dilxwazan vekirine û li dawiya her xulek jî da bawername li ser wan da dabeşkiriye. Îro jî li bajarê Dihok û li wargeha Domiz li rêwresmeke hêja da bi amadebûna Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şandekî dezgehê, bi amadebûna hejmarek Parlementer û kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî, navenda rewşenbîrî ya Mihemed Şêxo hate vekirin.

Li rêwresmê da piştî rawestana deqîqeyek ji bo rêzgirtina li giyanê pakê şehîdên Kurdistanê,  Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li pêşkêşkirina gotarek da tîşk xister li ser kar û çalakiyên berfirehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ji bo penaberan û kesên kêmderamet û lêqewimiyan encam dide, heman demî de ragihand: Wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li xizmetkirina hemû penaberan de kêmasiyê nakîn û hewl didin li warên din da jî xizmeta wan bikîn. Li warên pêgihandin û rewşenbîrî û vekirina navendan, heta ku penaberan bikarin li wê rêyê ve fêrî komputer û dirutin û sertraşîn û ziman û dehan çalakiyên din bibin. Heman demî de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hêvî xwest, vekirina van cûre navendan xizmeta çînên cûr bi cûrên penaberan dike. Ew hemû penaberên ku dixwazin fêrbibin dikarina li rêya van navendan asta fêrbûn û şarezayiya xwe zêdetir bikin û li paşarojê de li civakê de bibin kesekî fêrkar.

Piştî pêşkêşkirina gotara Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xelat û rêzgirtin pêşkêşî kedkarên birêveberên navendê kirin û heman demî de ji aliyê grupa xort û lawên navendê ve çendîn stran û çalakiyên cûr bi cûr bi cilûberg û alaya Kurdistanê ve hatin pêşkêş kirin.

Back to top button