Berdevkê Wezareta Pêşmerge û Berpirsê ragehandinê ya operasyona rizgarkirina Mûsilê Helgurd Hikmet bo K24ê ragehand ku, pêşmerge ji sê aliyan ve pêşveçûnan dikin û heta niha 7 gund kontirolkirine.Hikmet da zanîn ku, her yek ji gundê Basixre, Bazgirtan, heta digehe rêya dusayda Hewlêr û Mûsil hêzên pêşmerge bi pêşveçûne û ber bi gundê Tercele ya li mihwer 1 rizgarkirine, herwiha li mihwerê 2 gundê Bedeney mezin û Bedeneyî Piçûk ku, ew hemû gund dikevine ser rêya Hewlêr û Mûsilê ne, niha jî pêşmerge ber bi gundê Şaqolî pêşvediçin û li mihwerê 3 Xirbet Sûltan û Kêbirl rizgarkirin.Berbanga îro, operasyona Mûsilê destpêkir, hêzên Pêşmerge jî êrîşî çend bingehan û baregehên DAIŞê kirin, di operasyonê de 4 hezar pêşmerge beşdarin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: