Rêxistina tund a DAIŞê li bajarê Mûsilê daxwaz ji çekdarên xwe dike ku paşde vekişin. Ji ber şikestina xeta bihêz a berevaniya DAIŞê ya li derdora Mûsilê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, çekdarên DAIŞê ji aliyê menevî ve têkçûne û hêza wan a şer nemaye. Li gor zanyariyên bi dest ketine, DAIŞ bi haparloyên mizgevtan ên li Mûsilê ve daxwaz li çekdarên xwe dike ku ber bi Sûriyê ve xwe bikşînin. Îro 17.10.2016ê fermandariya giştî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê destpêkirina operasyona berfireh a rizgarkirina Mûsilê ji sînorê eniya Xazirê ve ragehand. Heta naha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê 5 kîlometre çargoşe rizgarkirine û karîne şikest bi çekdarên rêxistina tund a DAIŞê bînin. Herman Xalîd/BasNews
Pêş
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
18/04/2024
Parlamentoya Hollandayê berdana Demirtaş û Kavala bi yekdengî qebûl kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rejîma Îranê ji xwîna Kurdan têr nabe17/04/2024