Pêşî xweşe lê paşî reş e
Ji zûde ev gotin heye hesabê mal û sûkê li hev dernakevê. Ew hesabê ku li mal kirî dirê sûkê ew dirav têrê nakin perîşan dibê. Wexta ku li Sûrîye şer dest pê kir gelê Sûrî tev revîn bi Tirkîye de hatin, hingî serok -Komarê Tirkîye pesnê xwe dida digot : “Hûn dibînin ez mêr û merdim werin ezê we tevan xweyî bikim, dewleta me cîyê edaletê û hukuka ye, cîyê feqîr û fûqaraye werin Edaleta me bibînin. Dawî lê terz zîvirî nema karê wan xweyî bikê û ew tiştê li cem xwe veşartî nivîsîbûn projê ku amede kiribûn ew jî bi cî nehatin, îca wê çawa bê? Wextê gefa hat ku gefa bixwê û pihîna bidê.
Birano îca niha çi dikê? Tûrê zirta bi milê xwe ve kirîye û dibarênê. Haw haw aserım, keserım, biçerim , bitırerım. Yanî bixenqênim serjê kim, dawîyê bînîm, her êvar difikirê sibe ezê çi zirta bikim, li der û dora. Wexta ku tu ne boxe bê, xwe neke boxe,ne barê tebê ne hilgire hewqas li çep û rastê xwe dinerê, lê li paş û pêşya xwe nanerê. Ê pêş û paş kîne ew Kurdê bê xweyîne, lê ne hewqasî û ne wisaye.
Wexta ku Îskenderê Meqedonya yî zora Daryosê Persa bir û Rojhilata Navîn teva zeft kir, şêwirmendê wî Arîston bû, pê şêwirî got: “Min lîderê vî welatî tev dîl girtine ez van bikujim, sergom bikim, bixme zîndana? Arîston got: “Nekuje û sergom neke û nexe zîndana jî .”Na xwe ez çi bikim ji wan? Got: “Wan berde hev û tu di navbera wan de bibe fesilvan, lê wan tucar li hev neyêne. Bela wisa di zîqa hevde bin heta hetayê û li ser serê wan qiral be.
Anihaka mesela Sûrî jî wekî şîreta Arîston û Îskender e. Sûrî ne bi dawî dikin û nejî di fesilênin. Li ser bazara dikin hîn wan garentorê mezin hîn tam li hev nekirne. Heger herdûwê mezin li hev bikin jî hin gerentorê piçûk hene hir hir û nir nirê dikin wan aciz dikin ê divê ku van jî qanih bikin ji nûka wê li ser paya xwe rûnin.
A nihaka serok komarê dewleta Tirkîye zêde bezîya. Wexta ku mere zêdey hêza xwe bibezê mere hem dibetilê û bîna mere diçikê. Êrîşî her çar nikarê xwe kir û zirt û gotinê tahl ji lîderê dinyayê mezin re kirin, wekî ku tu nepoxa bi wermênê û berdê bi hewade! A nihaka ketîye teqaneke genîde, ne karê pêşde herê û nejî bi şûn de vegerê.
Ew soz û biryarê ku ji pozesyona Surî re dan yek jî nanî çî. Îro ro ew muxalifê li pêşberî Esad ketine rewşeke xerab de, yanî qaşo wê Tirkîye wan biparêzê ji firokê Rus û Sûrîye. Lê mixabin Rus ew qelandin zar û zêç pîr û kal tevan. Berbi Tirkî ve diçin lê derî girtîne navekin;bo çi navekin evê ku hewandin li wan poşman bûne nema karin xwe xwedî bikin,wê çawa bi milyona cîrana xweyî bikin.
Heger ku cewaba Rus bidê, wê Rus wî ji Sûrî derxê bi tevahî, cewaba Amarîka bidê wê Amarîka û Ewrupa teva eborîya wî mehf bikin, malik lê xera bikin, ev jî nebû destûra Esad û Rus li Idlibê bidê hîn xerab tire, bo çî? Wan Erebê rojhilata navîn Seûdî û Qeter û gelek dewletê Ereban ji biça xwe gelek sermayekî mezin dane Tirkî, ji bo ku wan çetê li Surî bi çek û elav bikê û wan perwerde bikê û xweyî bikê. Wexta ku vê nekê ev tev wê bibne li dijî Tirkîye, wî wextî tu rolê Erdoxan li Rojhilata navîn namînê.
Danê sibê zirta dikê û danê êvarê lav lavê dikê. De ka me re bi van re, çi hevrikê bikê? Dîbêjê, ha Ewrupa ku rê nedin min li herema eram koçberê nav xwe bi cî bikim ezê temama bi ser we de bişînim. Yek nabêje wele em jî emê bi ser te de vegerênin! Nabê birê me wekî te ji roja pêşî û heta nihaka me negotiye werin emê we xweyî bikin û me tu çete necivandine li dora xwe ku em wan bera xelkê din. Ew sitirîyê ku te çandine tuwê bi destê xwe biçinê, gazî kesekî din neke.
Me evan bûyer û dolabên ku dinav berê de dizîvirênin me qal kir. Lê emê werin li ser rewşa Kurdê bê mijî Hemê Gozê jî di Kozka kolanê de besnê xwe dan lê dawî çi derket? Di herba cîhanê yekemîn de şêst milyon insan mirin hinek dewleta gelek dever zeft kirin. Lê dawî li ser masê rûniştin û li hev hatin bi çi şêweyî bê li hev hatin! Herba duyemîn li cîhanê him û gom ê wekî Hîtler û Îtalya û Japon çi kirin û çi nekirin dawî li hev hatin, li ser masê li hev hatin.
Kurdê Sûrî heger hûn çiqas mêr bin jî, dawî li ser tewlê hûn winda dikin! Pênusa we lewaze hûn bikêr nayên bi sernakevin. Ew mêranî, haw ew şer heta deverkê rewace, lê pênus li her cî û her warî rewace, lê hostayê wê pênusê aqile, hostakî ji dile. Ku aqil ne mukemel bê wê qelemê deşewşiqênê xelet dikê pîş nameşê û bi dû xwede mixabinîke mezin tînê. Li dawî bifikirin wê dolab çawa bizîvirê? Hem pêşî bifikire û hem dawî bifikire û bişêwire;aqil têra kesekî nakê. Ma hûn hewqasî ji xwe qaîlin hûn dibê em her tiştî zanin lê ka heta niha navê w eli Cinêfê tune û nehatiye pesenkirin.
Ev tişkê ku we bidest xistiye demkîye ne misogere. Kesî ji we re dest nîşanî nekirye,ka kê îtîraf bi we kirye? Hûn li cem xwe pesnê xwe didin, hûn xwe bi xwe govend û dîlana bikar tînin, wê dawîya vî karî werê
14.9.2019
Dilciwan Helbest


