Pêşeroja Sûrî qet ne zelale û ji bo hemî zehmetiyan vekırî ye
Şêrkoh Egîd di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Ez dibînim kû her çar welatên yê xwedî bandor di Sûrî de (Amerîka, Iran, Rosîya û Turkîya ) wê di nav xwe de ,çarekî peyda bikin , lê ev çare wê ne bi dilê kurdan bê û ne jî bi dilê PYD û rêjîma Sûrîya bê.
Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?
Şêrkoh Egîd: Ya herî giring di behwerî ya min de ,ewe kû hemû hêzên tevgera siyasî li rojavayê Kurdistanê baş bizanin kû ev derfeta dîrokî ,careke dî venagerê û dobare na be. Ji ber vê yekê ew gelek pêwîste kû her alîk ,gavekî bi ber alîyêyn dî de bavêjê , destê hevkarî û biratî yê dirêj bikiê ,û nakokî yên xwe yên sereke bidin alikî ,û bi biratî , bi hev re diyalogê bikin , û tenê berjewendî yên gelê me bidin ber çavên xwe.
Her kes dizanê kû ne baz û ne jî kevok dikarin bi yek bask bifirin. Êdî bila hêzê serdest vê rastî yê bi bînin.
Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?
Wek em dibhîsin û dibînin ,dixwehê kû hêzin emerîkî bi temamî dernakevin, û ev tiştek başe ji kurdan re,lê dîsa jî ,heye ev pêgav jî tiştek demekî bê . Heger em hemî hêvî yên xwe bi Emrîka ve girê bidin,wê tişta li Efrînê hatî serê me ,dîsa dobare bibê . Divê em ji bîr ne kin kû Amrîka gelek caran dev ji dostên xwe berdaye , ji ber berjewendî yên xwe.
Turkîe dixazê guhertinek dîmografî li Rojavayê Kurdistanê bikê ,bi hêceta çalakî yên PYD nîzîkê sînorê wê. Lê xweş bextane ,welatên dî ,yên xwedî bandor û berjewendî ,vê yekê qebûl nakin.
Ez dibînim kû her çar welatên yê xwedî bandor di Sûrî de ( Amerîka, Iran, Rosîya û Turkîya ) wê di nav xwe de ,çarekî peyda bikin , lê ev çare wê ne bi dilê kurdan bê û ne jî bi dilê PYD û rêjîma Sûrîya bê.
ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?
Bê guman ev ne riya raste . Dema hêzin me belav bibin nav wan herdû alîya de biryara me dikevê destê wan de .Hem deng û hêza me wê kêmtir bê ,hem emê nerxê têkilîyên wan herdû alîyan bi hevre ,bidin .Heger li hev hatin ,yan jî şerê wan berdewam kir ,emê nerxê vê yekê bidin. Ne rejîm û ne jî opozisyona Sûrî cihê behwerîye ne,
Heger me nekari riya sêyem ji xwere peyda bikin ,em nikarin mafê gelê xwe misoger bikin Riya sêyem jî bi dest me nakevê ,heger PYD ji rêbaza kurdayetî yê ,dûr bê û xwe lê nekê xwehî.
ENKS jî ,divê bizanê kû ew hêzekî xurt didin opozisyonê , lê mixabin ,opozisyona Sûrî , ne dikarê û ne dixwazê kû ENKS xurt bê.
Kesek ji kurdan re na bê xwedî ,ne kurd bi xwe bin.
Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin.
Ta problemên tevgera siyasî çaresernebin ,kurd nikarin sudê ji vê rewşê bigirin. Tenê çalakîyên diplomasî bi wan welatan re , û bi teybet ,dostên kurda, dikarê alikarîyê bike û hin mafê gelê me biparêzê.
Herêma Kurdistanê jî dikarê rolekî mezin bileyze û piştgêrîk xurt bidê gelê me.
Rewşa pêşeroja Sûrî qet ne zelale ,û ji bo hemî zehmetiyan vekirî ye.