PolîtîkRojev

Pêşeroja Îsrail di xeterê de ye!

Serokwezîrê Îsrail Naftalê Bennett di derbarê rewşa hukumeta xwe de, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxûyaniyek ragihand. Bennett dibêje ku pêşeroja Îsrail di xeterê de ye.

 Bennett di Twêttera xwe de dibêje: Gelek zehmet bû ku, min berpirsiyariya avakirina hukumetek a rizgarkirine girt ser mile xwe.Lê pêşeroja welatê me di xeterê de ye.Divê em ji bo yekitiya gelê xwe bitekoşin. Ji bilî Îsrail tu dewleteka me tuneye.

Li îsrail endama partiya Nawendê ya ereb Gayda Rinavî Zubaî piştî bûyerên  vê dawiyê û kuştina rojnemevan Şirin Ebu Akilê dabû xûyakirin ku, ew hêdî pişgiriya hukumetê nake.

Li gora nûçeya rojnameya Yedioth Ahranot, niha  partiya serokwezîrê berê Netenyahu, xwe amade dike ku, ji bo fesihkirina parlementoyê û çêbûna hilbijartinek pêşwext   pêşniyarekî dide parlementoyê.

Niha hêjmara parlementerên hukumetê ji ya muxalefetê kêmtir bûye û ev yek zehmetiyekî peyda dike ku, hukumet berdewam be.

Back to top button