Civak

Perwîn Erdelan xelata mafê mirovan wergirt

Saziya Human Rights Watch di daxwiyaniyekê de ragehand, çalakvana Kurd a mafê jinan li Îranê Perwîn Erdelan ligel 41 nivîskar û rojnamevanên din ji 20 welatên cîhanê Xelata Helman Hemt a sala 2010an wergirt.

HRWê di daxwiyaniya xwe de diyar dike, Xelata Helman Hemt ji 42 nivîskar û rojnamevanên ji 20 welatên cîhanê hatiye dan, lê ji ber pirsgirêka ewlekariyê tenê navê 30  wergirên xelatê eşkere dike.

Perwîn Erdelan rojnamevan û çalakvana mafê jinane û yek ji damezrênerên Navenda Rewşenbîrî ya Jinan li Rojhilatê Kurdistanê ye û herwiha damezrênereke Kampanya Milyon Îmzeyan e ku armanca wê guherandina yasayên Îranê û wekheviya mafê jin û mêran e. Erdelan sala 2007an jî xelata Olaf Palme li Swêdê wergirt, lê wê demê rayedarên Îranê rê nedan Perwîn here Swêdê. 

Perwîn Erdelan ji ber xebatên xwe di warê mafê mirovan de çend caran hatiye binçavkirin û ketiye ber lêpirsînan.

Xelata Helman Hemt ji van nivîskaran re tê dan ên ku ji ber nerînên cuda û dijber û herwiha rexnekirina karbidestên hikûmetê rastî cezayan dibin û di jêr guşaran de kar dikin. Ev xelat ji sala 1990an şûnde tê dan û heta niha zêdeyî 600 nivîskaran ji 91 welatên cîhanê ev xelat wergirtine.

 

(Rûdaw)

Back to top button