Perwerdehiya Soranî çi sûd dide xwendekarên Kurmancî?

Dewletê hin mamoste ji bo dersa soranî anîne wan beşên kurmancî ku ew mamoste nenasên alfabeya Latênî ne û pedagojiya xwendinê jî nizanin. De îcar lê binerin, ew mamosteyên wisa bêguman dê nikaribin sûd bigehînin xwendekarên xwe yên kurmancî.

Zeynelabidin Zinar

Ev çend sal in ku hin Beşên Zimanê Kurdî li çend zanîngehên Tirkiyê yên li Bakûrê Kurdistanê hatine vekirin. 

Perwerdehiya wan beşan baş-nebaş bi kurdiya kurmancî û li Dêrsim û Çewligê jî hem kurmancî hem jî bi kirdikî (zazakî) berdewam in. Niha li dora 2 hezarî ciwanên Kurd bawername jî wergirtine ku dikarin mamostetiya kurdî bikin. Lê mixabin dewlet kar nade wan. Her sal du qadro bo kurmancî û yek jî bo kirdikî dide.

Lê di van du-sê salên bihurî de, dewletê dest pê kiriye û her ku diçe perwerdehiya wan beşan zehmettir dike. Yek ji wan zehmetan jî, perwerdehiya soranî ye û ciwanên kurmancî bêgav hiştine ku soranî bixwînin. Lê belê ji roja ku Kemalîzmê elîfbêtika erebî qedexe kiriye ( 1928) û dest bi heşifandina Kurdan kiriye, heta niha tenê hin kurdên ku peyrewên Medreseya Kurdî ne wan tîpan dinasin, wekî din %95 ciwanên Kurd tîpên erebî nizanin. 

Eger amac ev be ku dewlet dixwaze kurmancî û soranî ji hevûdu fêm bikin, ji aliyekî ve baş dibe. Lê amac ne ew e! Ji ber ku soranî ne zarava ye, lê devoka deşta Soranê ye û ji dema desthelatiya Mîrektiya Babanê derketiye holê. Piraniya peyvên soranî, erebî û farisî ne. Herweha di soranî de zayenda peyvan tune. Lê dîsa jî devokek ji devokên Zimanê Kurdî ye û divê Kurd xwedîtî lê bikin, çewa ku îro Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dike.

Amaca yekemîn a dewleta Tirkiyê ev e ku van beşên kurdî yên li zanîngehên Bakûrê Kurdistanê, zehmettir bike da ku ciwanên Kurd ji ber xwe ve dest jê berdin.

Dewletê hin mamoste ji bo dersa soranî anîne wan beşên kurmancî ku ew mamoste nenasên alfabeya Latênî ne û pedagojiya xwendinê jî nizanin. De îcar lê binerin, ew mamosteyên wisa bêguman dê nikaribin sûd bigehînin xwendekarên xwe yên kurmancî.

Ev dek û dolabên hanê, salên 1930î tînin bîra meriv. Dema Kurd û Zimanê Kurdî di zagona bingehîn a Îraqê de bi cih bûne, Kemalîstên nijadperest bi bayê bezê çûne Bexdadê û hêvî kirine ku zaravayê kurmancî û alfabeya Latênî bi kar neynin. Heta niha jî, çendî ku Sedam û îdeolojiya Be´sê nemane jî, qaşo li Tirkiyê Kemalîst û nijadperestiya wan jî nemane, lê dîsa ew îdeolojî  li ser Zimanê Kurdî têne domandin.

Ji vê jî zêdetir, hin xwendekarên Beşên Kurdî dema pirsên ku mamosyeyên wan ji wan kirine bo min dişînin, di rastiyê de ew mamoste bi xwe jî bersiva wan pirsan nizanin. Ev hawe jî dibin zext li ser xwendekarên Kurd û ji bo bipêşketina wan gêdûk û gerrînek çêdibin ku dest jê berdin. Piştre jî wê bêjin: ”De heyran! Me li zanîngehan beşên kurdî vekirin jî, lê va ye Kurd naxwînin.”

Divê bi tu rengî zor û zehmetî nekevin Beşên Kurdî yên li Bakûrê Kurdistanê. Xwedayê mezin jî gotiye: WE LA ÎKRAHE FÎD´DÎN” (Zorî di dîn de tune). 

Gelî mamosteyên li Beşên Kurdî!

Li van zanîngehên ku Beşên Kurdî vebûne, derfeteke mezin derketiye holê, divê hûn bi hêsanî ciwanên Kurd perwerde bikin.

Binerin, sal 1981, demeke ku min bi kurdi xeberdida, qeymeqamê Êlihê Hayrulah Yildiz gote min: EŞŞEKÇE QONIŞME! Lê îro hûn bi hawayekî serbest li polên zanîngehan dersa kurdiya kurmancî û kirdikî didin. 

Ev xweşiyeke mezin e!

Serkeftineke bêhempa ye!

Ne di warê felsefe û siyasetê de, lê sey (ders) di warê Çand û Toreya Kurdî de bidin ciwananê xwe…

05/ 05/ 2021

Nêrînek

  1. Bi rastî şermek mezin e ku meriv bi vî rengî li ser Soranî bipeyive.  Piraniya peyvên di Soranî de Erebî û Farisî ne?!  Çi gotinek neyartî û nezanî ye ku bêje!  Her weha, çima fêrbûna alfabeya Kurdî-Erebî divê ji bo xwendekarek wêjeya Kurdî ew qas giran be?  Ew ê tenê hefteyek ji wan fêr bibe!  Ez nizanim pirsgirêka we bi Soranî çi ye!

Nerîna min :