Kultur
Pervîn Çakar dest bi konserên xwe yên payîzê dike
Sopranoya navdar a Kurd Pervîn Çakar da zanîn ku ew ê di mehên Îlon û Cotmehê de li Berlîn, Stenbol û Mêrsînê konsera bide..
Stranbêja operayê ya kurdî Pervîn Çakar ku muzîka kevneşopî ya kurdî bi operayê re tîne cem hev, konserên xwe didomîne.
Soprano Çakar a ku wê di 27-28’ê Îlonê de bi sernavê ‘Payîza Strana’ derkeve himber temaşavana, wê pêşî li Stenbolê û piştre jî li Mêrsînê bi heyranên xwe re bicive.
Çakar piştî konserên xwe yên li Tirkiyeyê wê di 19ê cotmehê de li Berlîna paytexta Almanyayê konserekî bide.