Serokê Partiya Vatan(Niştiman)ê Dogu Perînçek televizyona Ulusal Kanal de tevlî bernameyekî bû, Perîçek wezîrê Darayî Nureddin nebatî bi tundî rexne kir û got: Dê AKP parçe bibe.
Serokê Partiya Vatanê Dr. Dogu Perînçek di weşana zindî ya Kanala Neteweyî de hinek daxûyaniyên balkêş dan.
Perînçek di bernameya bi navê Riya Derketinê de rojeva Tirkiyeyê nirxand, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nûredîn Nebatî kir armanca rexneyên xwe û îdia kir ku, AKP parçe dibe.
Perînçek, helwesta Wezîr Nebatî ya li hemberî nameya gefxwarinê ya DYA’yê rexne kir û got, “De were, ger hêza te têrê bike, kerembike were meydanê ez wek serokê Partiya Vatanê şerê te dikim. Ez li ser navê Tirkiyeyê te dişopînim. Ez li ser navê miletê tirk dijitiya te dikim.”
Perînçek gotinên Nebatî yên “Helwesta me ya li hember sizay li dijîên Rûsyayê neguherî” rexne kir û destnîşan kir ku dê AKP di navbera ‘atlantîst û welatparêzan’ de parçe bibe û got, “AK Partî wê parçe bibe. Ez li vir eşkere dibêjim. Bi van polîtîkayan wê AK Partî parçe bibe.”