
Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî ragihand: “Em ê di siberojê de dest ji bikaranîna butlên gazan berdin û bi standarda cîhanî bi boriyan gazê bigihînin malan.”
Mihemed Şukrî di daxuyaniyekê de ji malpera hikûmetê re li ser veberhênanê ragihand, Desteya Veberhênanê di dayîna destûra projeyên veberhênanê de berdewam e û heta niha bi rêya projeyan jî bi awayekî rasterast û nerasterast derfetên kar ji bo zêdetirî 120 hezar kesan pêk anîne.
Şukrî eşkere kir, qebareya pereyê ku hatiye veberhênan di sala 2022yan de zêdetir bûye ji 686 milyon Dolar. Di sê salên Kabîneya Nehem de jî digihîje %20 a hemû proseya veberhênana 17 salên borî û sedema pirbûna rêje û qebareya veberhênanê ji ber hêsankariyan e ku li sînorê parêzgeh û îdareyên serbixwe ji bo veberhêneran têne kirin.
Serokê Desteya Veberhênanê diyar kir ku di Kabîneya Nehem de destûra 50 projeyên veberhênanê hatine hilweşandin û ew proje jî bo veberhênerên din hatine dayîn, ji ber ku kêşeyên wan hebûne û nekarîne projeyên xwe temam bikin, an jî xizmetguzarî tê de nehatine kirin.
Derbarê gaza malan de jî got: “Destûra projeya gihandina gazê bo malan hat dayîn, ev proje dê bi du qonaxan be, yek ji wan çêkirina depoyên gazê, da ku serperiştiya vê projeyê bikin, qonaxa din, destnîşankirina kompaniyan e. Di siberojê de Herêma Kurdistanê dê dest ji bikaranîna butlên gazê berde û bi rêya boriyan û bi standara cîhanî gaz bo malan dê were gihandin, ku ev di qezenca welatiyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye bi rêya veberhênanê ve ji bi xwe serperiştiya vê proseyê dike.”