Pereyên petrolê wê di Halkbank de bêne komkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku pereyên petrola Herêma Kurdistanê ya ku dê di rêya boriya petrolê re bigihe Tirkiyê wê di banka Halkbank de bêne komkirin.
Li gor medya Tirkiyê, Nêçîrvan Barzanî got ku helwestên hikûmeta navendî li Baxdayê li dijî hinartina petrol û gaza Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re ye û wek “helwesteke siyasî û ne destûrî” da zanîn.
Barzanî di hevdîtina xwe ya ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Dolmabahçê li Stenbolê de destnîşan kir ku ewê pereyên petrola Herêma Kurdistanê di banka Halkbank a Tirkiyê de kom bikin.
Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re li ser mijarên Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê û pirsgirêka hinartina petrolê bi hikûmeta navnedî li Baxdayê re gotûbêj kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ewê roja duşemê biçe Baxdayê û li ser pirsgirêka petrolê dîsa bi serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re hevdîtinan pêk bîne.
Nêçîrvan Barzanî duh bi serokatiya şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Tirkiyê.
Herêma Kurdistan û Tirkiyê di meha mijdarê ya borî de rêkeftinek îmze kirin ji bo ku petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriyê ku navbera her du aliyan hatiye danîn, bigihe Tirkiyê û ji wir li bazarên cîhanê bê firotin.
Piştî wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê her roj 15 hezar bermîl petrol bo Tirkiyê dişîne û biryar e li gor pilana ku hatiye danîn, heta dawiya 2014an her roj 400 hezar bermîl petrol bê şandin.
Rêveberê Halkbankê di operasyonên 17ê kanûna 2013an ên “li dijî gendelî û rişwetê” de, ji ser kar hat dûrxistin û rêveberek nû jê re hat destnîşankirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatiye ragihandin de got ku ew rêveberî bi tenê ji yek alî de hatiye ragihandin.