CivakRojev

Perestgeha Lalîşê rêwresma perî siwarkirinê hate encamdan

Loqman Silêman Berpirsê Nivîsîngeha Lalişê got: Du sala carekê bi beşdariya Civata Ruhaniya Êzdiyan û oldar û serdêrên hemû goran li gel sê malbatên Êzdî rêwresmên perî siwarkirinê li perestgeha Lalişê tê encamdan. Di vê rêwresmê da perî yên şeş qubên pîroz yên Êzdiyan têne guhertin û ew quba pîroz tê nûjenkirin di salên kevin da bi axê dihatin nûjenkirin lê belê niha bi berd helanê hatine nûjenkirin.

Her wiha loqman Silêman da zanîn ku berê ew qubên pîroz yên Lalişê ji aliyê sê malbatên Êzdiyan ve dihate nûjenkirin, dibêjin wextê Şêxadî qesta Lalişê kirî ew malbat li gel hatibun ji ber wê heta niha ev rêwresm yên van malbatan ve girêdayiye. Destpêkê wê du seriyên pez li perestgeha Lalişê bikin xêr û paşê rêwresm bi qewlên olî têne gêran.

Back to top button