Perê genimê cotkarên Kurdistanê ya ji bo sala 2020 gihîşte Herêma Kurdistanê û demeke nêzîk de dest bi dabeşkirina wê dikin.
Hêmin Seyîd Murad Birêveberê Sayloya(Nivîsîngeha Genimê) Hewlêrê ragihand, “Mizgîniyê bi cotkaran didîn ku heq û hêjayiyên wan yê darayî ya sala 2020 gihîştiye”.
Her wiha got: Bi giştî pere 8 milyar û 85 milyon dînare û li heftiya bê dest bi dabeşkirina wê tê kirin.
Sala 2020 divê Hikûmeta Iraq 58 milyar dînar ji bo cotkarên Kurdistanê re bişîne û heta niha jî 48 milyar dînar maye û ewê ku maye qonax bi qonax digihe Kurdistanê.