Cîhan

Pentagon: Îranê bera balefireka me da

Wezareta Parastinê a Amerîkayê (Pentagon), daxuyand ku, balefireke leşkerî a bi modela SU-25, heftakî berê, li ser Kendava Ereban, di nav qada ezmanî a navneteweyî de, bera balefireke bê pîlot a Amerîkayê daye. Berdevkê Pentagonê George  Little, civîneke çapemeniyê lidarxist û eşkere kir ku, bûyer, di 1ê Mijdara 2012 an de, bi seeta Amerîkayê di 04.50 an de pêk hatiye. Little diyar kiriye ku, balefira bê pîlot a Amerîkayê îsabet negirtiye û bi silametî vegeriyaye ser baregeha xwe. Little anî ziman ku, balefira Amerîkayê firîna hertim (Rûtîn) kiriye û  26 kîlometre dûra peravên Îranê firina xwe a kişf kirinê pêk aniye.

 Berdevkê Pentagonê Little, di civîna çapemeniyê de gotiye ku, Amerîka her tim di nav qada ezmanî a navneteweyî de firînên xwe yên kişfê dike û ev cara ewile ku bera balefireke Amerîkayê dane. Diyar kir ku di vê mijarê de Amerîkayê Îran hişyar kiriye û wê firînê bi vî rengî yên Amerîkayê dewam bikin. 

Little herî dawî îfade kir ku, di vê mijarê de di serî de Serokdewletê Amerîla Barack Obama û wezareta karên derve a Amerîkayê hatiye agahdarkirin.

 

Back to top button