Li Sêrtê serê çêlekek 500 lîre distînin

 

Çêlekên bêxwediyê li kolanên bajara Sêrtê nava bajar tevlîhev dikin, çêlek li ser çop û sergoyê digerin, nexweşiyan belav dikin û carna jî ji gemarê mirar dibin. Çêlek carna jî dibin sedema qezayan. Di dawiyê de, dewletê dest avêt vê meseleyê. Bi piştgiriya Bajarvanî û Parêzgeriyê(walîtiyê) ve çêlek têne komkirin û ji bajêr têne dûrxistin.

 

Dema ku mirov li kolan û kuçeyên Sêrtê digere, tekez rastî çêlek û bizinên bêxwedî tê. Çêlekên bêxwedî bajêr tevlî hev dikin. Lewra li ser çopan digerin, gemar û nexweşiyan belavî derdor dikin û carna jî ji gemarê mirar dibin.

 

Çêlek û bizin li park û bexçeyen diçêrin, bi rêx û pişkulên xwe ve derdor qirêj dikin. Li nav bajêr, bi bîhna xwe yê nexweş jî mirovan aciz dikin. Çêlek ji ajotvan û seyareyan re astengiyan jî derdixin û dibin sedema qezayan.

 

Lê çêlekên jîr jî hene, ev çêlekên jîr wekî seyareyan di lembaya sor de radiwestin û dema ku lemba kesk be ew jî diçin. Welatî ji van dîmenên ku bajêr nexweş nîşan dide gilîdar in û dixwazin ku çêlek werin berhev kirin.

 

Ev pirsgirêka çêlekên bêxwedî niha tê çareser kirin. Bi piştgiriya Bajarvanî, Parêzgerî û Birêvebiriya Tendirustiya bajêr ve, ji 20 ê mijdarê pêve çêlek ji kolan û kuçeyan têne komkirin. Biryar hatiye wergirtin ger xwediyên çêlekan guh nedin qedexekirinê dê ji wan re heta 500 lîreyê ceza were birîn û di cara sêyan de jî çêlekên wan dê ji wan werin wergirtin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: