Polîtîk

Semîner li zanîngeha Mûşê

Semînera duyemîn jî nivîskar û lêkolînerê me Zeynelabidin Zinar, îro li Zanîngeha Mûşê li salona Ehmedê Xanî bo xwendekarên beşa kurdî da.

Çewa ku tê zanîn, Zanîngeha Mûşê jî beşa kurdî ya lîsansê vekiriye û niha 60 xwendekar li vê beşê dixwînin.

Semînera îro çar saet domand û ji 60 xwendekarên Lîsansê yên kurdî zêdetir, li dora 50 xwendekarên beşa zimanê tirkî jî beşdarî semînerê bûn.

Zinar du saet ji xwendekaran re peyivî û ji wan re Zimanê Kurdî, çar zaravayên kurdî, avakirina hevokên kurdî, bikaranîna jimaran di kurdî de, stiran, lawik, lawje, bacî, dîlok, gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî gotiye. Piştî navbireke kurt, du saet jî bersiva bi dehan pirsên xwendekaran da.  Semîner pirî ku bi vîneke germ, bi danûstendike xweş, bi hawayekî têkildar û serkeftî bihurî, kes lê varneqilî ku ew çar saet çewa bihurîn. 

Piştî semînerê saet 18.20 Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Nihat Inanç li cihê xwe pêşwaziya Zeynelabidin Zinar kir û dilxweşiya xwe bo wî û wê uslûba ku wî bi kar aniye diyar kir.

Ligor ku hatiye ragîhandin, Zeynelabidin Zinar  wê sibehê jî (Roja Înê) semînereke din jî bo xwendekarên lîsansê bide.

Rojeva Kurd/Mûş

Back to top button