Li gor zanyariyên li Info Migrants ji aliyê Emma Wallis ve hatine belavkirin penaxwazekî Kurdê Başûrê Kurdistanê li welatê Bosna jiyana xwe ji dest daye.

Ew penaxwazê Kurd xelkê Hewlêrê ye û li gel xanima xwe û çar zarokên xwe ji welatên Ewrupa daxwaza mafê penaberiyê kiribû. Li raporê de tê gotin berê mehekê li nava wargehê de li gel hinek kesan şer kiriye û wê demê birîndar bûbû, lê niha lêkolînê li ser mirina wî dikin ku gelo ji aliyê hinek kesan ve hatiye kûştin yan na.

Peter Van Der Auweraert Berpirsê Rêxistina Navdewletiya Koçberan (IOM) ya li Bosnayê daye zanîn ku ew li Nexweşxaneya Zanîngeha Saraybosnayê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hatiye ragihandin ku ew penaberê Kurd li gel malbata xwe berî deh mehan hatiye Bosnayê. Li wargeha Usivak ya bajarê Saraybosnayê maye û li hêviyê bû ku ji aliyê hinek xizm û nasên xwe ve xwe bigihîne Ewrupayê.

Van Der Auweraert dibêje: Li wargeha Usivak de 22 neteweyên cûda heye bi giştî 870 penaber hene. 368 Pakîstanî û Efxanî û 89 kesên Iraqî jî hene. Li gor Van Der Auweraert hejmara Kurdan li nava vê wargehê de gelek kême. Her wiha 99 zarokên bê xwedî û bê serpereşt hene.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: